Montag, März 06, 2006

Belgium seeks clarification on Turkish death squad operation

KurdishMedia.com - By Vladimir van Wilgenburg | 3/6/2006
Geert Bourgeois

The Belgian minister of Foreign Affairs, Geert Bourgeois (N-VA) demanded clarification of the Turkish ambassador in Brussels in a letter about the murder of the parents of Derwich Ferho, the chairmen of the Kurdish Institute in Brussels. According to Derwich, the Turkish state is behind the murder. “In this way there will be no democracy in Turkey,” the saddened Chairman said.

”Thursday they were killed in a horrible way in their village in Kurdistan,” says Ferho. “Earlier they were threatened, because of the activities of my brother and me in Belgium.”

The aged parents Ferho (85) and Fatim (81) Akgül were found Friday by a shepherd in the village Mizizah, close to the Syrian border. “My father was sick and bedridden” tells Derwich Ferho (44). “He was killed in his bed and his ribs were broken. My mother must have resisted, because her throat was cut and she had many wounds inflicted by stabbing.”

The murder took place on Thursday evening, after their nephew left the house at 21.30. “My parents were threatened several times last month” says Ferho. “People were saying: your sons must be wiser”.

Derwich Ferho has lived in Belgium for more than 28 years. He is recognised as a political refugee and heads the Kurdish institute. His brother Medeni works for Roj TV.

”The army knows more”


Ferho (85) en Fatim (81) Akgül were killed in mysterious circumstances.

According to Derwich there is no doubt that the Turkish state is behind the murder. “In Kurdistan the contra-guerilla is operating under the Turkish minister of Interior Affairs and has ties with the Secret Service called MIT. These are the same death squads, which committed a lot of assassinations in the nineties”.

”Turkey have been more moderate recently, but now it looks like the hunt is opened again, also on aged people!”

According to Ferho the murderers were assisted by Kurdish village guards - a tough Kurdish militia - paid and maintained by the Turkish government.
“They didn't break into the house, because the door showed no trace of violence. My mother only opens for Kurdish speaking people for safety.”

“In the village nobody saw anything. The house of my parents was very remote. There are four hundred houses in the village, but 380 of them are empty. Most of the inhabitants fled a long time ago.”

According to Ferho the army knows more. “They asked for the licence plate of a car that was parked near my parent’s house. This while none of the villagers saw a car, apparently the army knows more. My parents were buried quickly, on the advice of a military commander. There was no real investigation”.

”No democracy possible”

The Belgian parties N-VA and Groen demanded that Turkey seriously investigates the murder case. According to European parliament member Bart Staes (Groen!) there can be no trust into the Eu-Turkey membership negotiations with these kinds of operations.

“I want a clarification on this case. If this is a form of state terror, then it’s very important” declared the Belgian Minister Bourgeois on the radio.

”Turkey wants to become member of the European Union. If it’s revealed that there is a gross violation of human rights, that’s very important for settling the Turkish accession” said Bourgeois.

Ferho hopes that the Belgian minister of Foreign Affairs demands that his Turkish colleague Abdullah Gül at least insists that there is going to be an investigation and that he demands that Turkey stops with death squads and assassinations. “It’s not only about my parents. In the last weeks there were dozen of people killed in Kurdistan. In this way there will be neither peace nor democracy in Turkey”.


http://www.kurdmedia.com/

Sonntag, März 05, 2006

BÊ ŞÎROVE...

BÊ ŞÎROVE...




Wêne: Turgay SUSEM/ DÎHA

Freitag, März 03, 2006

Mala Êzdiyan 11’emîn Kongreya xwe li dar xist

Mala Êzdiyan 11’emîn Kongreya xwe li dar xist


Mala Êzdiyan a Celle 11emîn kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de xebata 2 salên dawî hatin nirxandin û rêveberiya nû hate hilbijartin. Serokê Komaleya Mala Êzidiyan Serhan Cemîl di axaftina xwe bal kişand ser rewşa Êzdiyên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û girîngiya yekgirtina di nava Êzdiyan de anî ziman. Serhan Cemîl diyar kir, ku li ser Êzdiyên li Dîasporayê dijîn lîstik tên lîstin û ev lîstik tenê bi xebateke xurt a hevgirtî dikarin vala werin derxistin.

11emîn Kongreya Mala Êzdiyan a Celle bi beşdariya 400 endaman pêk hat. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê û destnîşankirina dîwanê Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl axaftina vekirinê kir. Cemîl di axaftina xwe bal kişand ser rewşa Êzdiyên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û girîngiya yekgirtina di nava Êzdiyan de anî ziman. Serhan Cemîl diyar kir, ku li ser Êzdiyên li Dîasporayê dijîn lîstik tên lîstin û ev lîstik tenê bi xebateke xurt a hevgirtî dikarin vala werin derxistin. Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl da zanîn, ku dewleta Alman di dema dawî de dixwaze Êzdiyan paşve bişîne welatên jê hatine û wiha dewam kir; “Em jî dixwazin li ser axa xwe ya pîroz bijîn, lê belê divê beriya her tiştî mafên Êzdiyan ên Jiyanê, ên Olî werin misogerkirin. Gelo nasnameya kurdan li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Gelo ola Êzîdiya li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Hêji kurdên êzîdî diçin sefaretên wan ê li Ewropa di nasnemên me da kesên bê ol tên naskirin. Başa welateki ku bikeve Yekitiya Ewropa û di axaftinên xwe de basa reforman dike, lê civaka kurdên êzidî nasnakê emê. Çawa vegerin welatekî ku ola me nasnekê?

Endama Parlamena Ewropayê Feleknaz Uca jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re. Uca da zanîn, ku bi diyalogeke baş ew û Federasyona Komeleyên Êzdiyan dikarin projeyên berbiçav bixin pratîkê Uca wekî din diyar kir ku hin kes dixwazin Êzdî û Kurdan ji hev veqetînin û da zanîn, ku Êzdî Kurd in û mirov nikare wan ji hev veqetînin. Piştî peyamên Şêx, Pîr û rêxistinên cûr be cûr rapora xebatê ya rêveberiyê hate xwendin û guftugoyên tund ji bo xebata paşerojê hatin kirin. Di encama guftûgoyan de ji bo xebateke baştir bimeşîne rêveberiyeke ji 9 kes hat hilbijartin û ji bilî vê yekê 17 kes wê ji bo vê rêveberiyê bibe alîkar. Serokê Malê wê di civîna roja Înê de were destnîşankirin.



http://www.azadiyawelat.com/

Ceferî destvala hat

Berteka Mam Celal bandorek tund li serlêdana Ceferî ya Tirkiyê kir: Ceferî destvala hat
Nivîskar: rizgarionline Di: 02.03.2006 Sehet: 02:09
Ji aliyê rizgarionline

Piştî berteka Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ya ji serlêdana Ceferî ya bêy agahdarkirin, serlêdana Ceferî ya Tirkiye di bin bandorek neyênî de derbas bû. Her çiqas Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan gotibe ku 'me xetên sor ên Tirkiye xist berîka Ceferî jî", Ceferî li ser navê Iraq bi Tirkiye re tu peyman îmze nekir û destvala vegeriya Iraq.

Piştî daxuyaniya Mam Celal, nûnerê Yekîkiya Niştimanên Kurdistan(YNK) Behrûz Gelalî û ne jî nûnerê Partiya Demokratên Kurdistan(PDK) Omer Mîranî yên Tirkiye neçûn pêşwazîkirina Îbrahîm Ceferî.

Her wuha di nav şandeya ku bi Ceferî re çûn serlêdana Tirkiye de Cîgirê Serokwezîr Ahmed Çelebî, Wezîrê Ragihandinê Selam El-Malikî, Wezîrê Elektrîkê Muhsîn El-Şalaş, Cîgirê Wezîrê Karê Derve Hamid El-Bayatî û Wekîlê Tirkûmenan Abbas H. Mûsa û hind berpirsên din hebûn.

"Erdogan aciz bû"

Berteka Mam Celal a di derbarê serlêdana Ceferî de ku gotibû "Ew peymanên ku ji aliyê Ceferî ve bêne îmzekirin dê ji alî me ve neyên naskirin, Serokwezîrê Tirk Erdogan aciz kir. Enqerê di derbarî berteka Mam Celal de bersiva 'Tu peyman nehatine îmzekirin.' da.
Berteka Mam Celal li ser hemû hevdîtinên Ceferî bandorek neyênî kir. Her wuha piştî hevdîtina Ceferî û Erdogan daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn jî nehat kirin.

Ji alî din ve di birêkirina Îbrahîm Ceferî ya li Balefirgeha Stembolê de tenê beşdariya cîgirek wali bi sosret bû.
PUKmedia


http://www.rojname.com/

Fatih Akin dokumanterekê li ser jiyana Yilmaz Guneyî çêdike

Fatih Akin dokumanterekê li ser jiyana Yilmaz Guneyî çêdike
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.02.2006 Sehet: 15:22
Ji aliyê rizgarionline

Rejîsor Fatih Akinê ko li Elmanyayê çêbûye û mezin bûye dê li ser jiyana rejîsorê Kurd yê navdar Yilmaz Guneyî fîlmekê dokumanter çêke. Fatih Akin ji rojnameya ingilîzî Daily Telegraphê re dibêje Yilmaz Guney qehremanek bû û ew hemî bi awayekî ji Yilmaz Guneyî miteesir bûne. Fatih Akin bi xwe rejîsorekê naskirî ye û wî sala 2004-ê xelata ”Hirça zêrîn” jî wergirtiye.

Fatih Akin dibêje wî digel kurê Yilmaz Guneyî jî axaftiye û kurê Yilmaz Guneyî di dema zarokîtiya xwe de bi zora babê xwe gotinên Maoyî ji ber dikir, û heger wî gotinên Maoyî baş ji ber nekira babê wî guhê wî dikişand.
Yilmaz Guneyî zêdetirî sed fîlman çêkiriye û li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê wekî ”Qralê kirêt” têt nas kirin. Fatih Akin dibêje armanca wî ji vî fîlmê dokumanter ew e ko careka dî Yilmaz Guneyî li derveyî tixûbên Tirkiyeyê aktuel bike.
Nefel


http://www.rizgari.com

Donnerstag, März 02, 2006

Dr. Roya Tilûî ji Kurdistanê revî

Çalakvana mafên mirovan û jinan li Kurdistana Îranê, Dr. Roya Tilûî ji Kurdistanê revî
Nivîskar: rizgarionline Di: 25.02.2006 Sehet: 02:07
Ji aliyê rizgarionline

Dr. Roya Tilûî, çalakvana mafên Jinan û mafên mirovan li Kurdistana Îranê, di encama serhildana havîna îsal de li Sine hatibû girtin û qasê 66 rojan di bin îşkence yên hov û dirindane de bûye. Piştî serbestbûna wê xatûna çeleng ji girtîgeha reş ya Komara Îslamî bi dana pereyeke zaf wekî zemant, ji Kurdistanê revî û niha li derveyî welat dijî.

Rojnama Agirî


http://www.rizgari.com/

Mittwoch, März 01, 2006

ÎHD'ê bo Dayîkên Aştiyê yên girtî nameya piştgiriyê şand

ÎHD'ê bo Dayîkên Aştiyê yên girtî nameya piştgiriyê şand


Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo Dayîkên Aştiyê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê çalakî li dar xistin û hatin girtin, nameya piştgiriyê şand. Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, li ber Postexaneya Galatasarayê civiyan û Seroka Şaxa Stenbolê Eren Keskîn, li ser navê wan daxuyanî xwend. Keskîn got ku Dayîkên Aştiyê ev bi salan e têkoşîna azadiyê ya bêtawîz didin.

Keskîn destnîşan kir ku Dayîkên Aştiyê êşên giran dîtine, zarokên xwe ji dest dane, gundên wan hatine şewitandin û ji neçariyê axa xwe terikandine. Keskîn, anî ziman ku Dayîkên Aştiyê bê ku êşên xwe derxin pêş, destê xwe dirêjî dayîkên leşkeran kirine, lê ev dest her tim vala mane. Keskîn, wiha dom kir:

"Girtina Dayîkên Aştiyê, polîtîkayên bêçareseriyê yên di pirsgirêka kurd de, datîne holê. Em wekî parazvanên mafên mirovan, girtina Dayîkên Aştiyê protesto dikin û em dibêjin bila di demeke herî kin de bêne berdan."

Piştî daxuyaniyê ÎHD'yî çûn Postexaneya Galatasarayê û ji Dayîkên Aştiyê re nameyên piştgiriyê şandin.



http://www.azadiyawelat.com/

Dienstag, Februar 28, 2006

Ji bo cenazeyê HPG'yiyan 10 hezar kes berhev bû

Ji bo cenazeyê HPG'yiyan 10 hezar kes berhev bû



Ji bo definkirina cenazeyên şervanên HPG'ê yên bi navên Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) û Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) ku di encama operasyona TSK'ê ya li çoltera gundên Kerborana Mêrdînê de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn, li Êlihê 10 hezar kes berhev bûn. Cenazeyên şervanên HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin" hatin definkirin.


Cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên bi navê Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) û Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) ku di encama pevçûna di dema operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li çoltera gundên navçeya Kerborana Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi beşdariya hezaran kesan anîn Êlihê. Cenazeyên di daketina bajar de bi 10 hezar kesan hatin pêşwazîkirin, piştî li Mizgefta Selimiyeyê ya li Taxa Baglara Êlihê wecîbeyên olî hatin bi cihanîn bi sloganên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo bijî Kurdistan", "Tolhilda tohhildan", "Gelê kurd here eniyê ji bo tolhildanê" heta Goristana Îkizlerê ya li Taxa Çayê ku 4 kîlometreyan dûrî mizgeftê bû, li ser milan birin.

'Bi guleyan bersivê didin kurdan'

Di merasîma posterên Serokê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin de, Îmîr û Yakut li gorên ji bo wan li cem hev hatibûn vekirin, hatin definkirin. Piştî rêzgirtina ji bo 'têkoşerên azadiyê' Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Ayhan Karabulut axaftinek kir û wiha axivî:

"Bersiva gelê kurd a aşitiyê bi vî awayî tê bersivandin. Bersiv bi guleyan tê dayîn. Lê kurd naxwazin bikuşin û bimirin. Divê ev daxwaza kurdan bê dîtin. Ez li vir rewşên bîrên kurd û tirk jî rexne dikin. Tenê nêrînên xwe dinivîsin ji ber ku hêzek in. Demekê dixwestin tiştekê bikin lê niha li ku ne. Bila hêza xwe nîşan bidin û ji bo çareseriyê bikevin nav tevgerê."

'Rêzê nîşanî cenazeyên me jî nadin'

Malbata şervanê HPG'ê yê bi navê Îdrîs Yakut jî anî ziman ku dilê wan şewitiye û ew naxwazî êdî kes jiyana xwe ji dest bide. Dayîka Îdrîs Yakut Nesîme Yakud ragihand ku ew her tim aşitiyê dixwazin û naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide lê ev yek nayê dîtin. Nesîme Yakut balkişand ser perçekirina cenazeyî û derbirî ku henebe bila rêzê nîşanî cenaze bidin. Yakut got ku 'ew şehîdê me ye' çima cenazeyê wan perçe dikin û ev ye wekî bêrêziyek hovane bi nav kir.

Girse pişt re bi sloganan heta Taxa Hîlalê ku mala hewariyê lê bû meşiya.


http://www.azadiyawelat

Montag, Februar 27, 2006

Piştî mudaxeleya li dijî meşa cenazeyê Ekincî li Amedê pevçûn derket

Piştî mudaxeleya li dijî meşa cenazeyê Ekîncî li kolanên Amedê pevçûn derket


Piştî mudaxaleya polîsan a li dijî girseya ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ergîn Ekîncî (Zagros) dibir goristana Deriyê Çiyê, di navbera polîs û komên ku belav bûn de, li cihên cuda pevçûn derket. Cenazeyê Ekîncî jî ber bi Goristana Yenîkoyê ve dibin.

Piştî ku polîsan li Qada Deriyê çiyê mudaxeleyî girseya ji nêzî 5 hezar kesan pêk tê kir, di navbera komên ku belav bûn û polîsan de, di nava kolanan de pevçûn derket û hîn jî didome. Komek ji 50 kesan pêk tê û ber bi Deriyê Rihayê ve dest bi meşê kir, bi polîsan re pevçû. Komê ku ji Eskîhalê ber bi Qada Îstasyonê ve meşiya, bankamatîkên banqeya Zîraatê, hemû banqeyên din û avahiya SSK'yê şikandin. Koma ku bi polîsan re pevçû, copên hinek polîsan jê stendin. Kom pişt re ber bi alayê ve meşiya. Hate ragihandin ku li semtên Deriyê Çiyê, Dortyol û Melîkahmetê jî pevçûn dom dikin. Erebeya cenaze jî ku ji komê veqetiya, di semta Ofîsê re derbaz bû ber bi Goristana Yenîkoyê ve diçe.

Di vê navberê de nêzî 2 hezar kesî li ber Mizgefta Şefîk Efendî ku dê nimêja cenaze lê bê kirin kom bûye. Girse bê navberê dirûşmên wekî, "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin", "Ocalan", "HPG here eniyê bo misîlemeyê" berz dike.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê

Li aliyê din nêzî 20 kesên ku di mudaxeleya polîsan de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneyên Dewlet û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Der barê rewşa birîndaran de agahî nehate dayîn.


DTP dê li Heskîfê nobetê bigire

DTP dê li Heskîfê nobetê bigire

Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ligel tehdît û pêkutiyên ku di rojên dawî de li ser endam û rêveberên wê zêde bûne, biryarên girîng stand. DTP dê di serî li Edene, Stenbol û Wanê ku herî zede erîş li wan bajaran pêk tên, bi beşdarbûna hevserokan bi awayekî girseyî avahiyên partiyên veke. DTP, ji bo pêşîlêgirtina bendava ku li Heskîfê tê çêkirin ku nirxên dîrokî di bin avê de dihêle, dê li heskîfê nobetê bigire.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya (MYK) DTP'ê di civîna xwe ya dawî de biryarên giring stand. Li gel amedekariyên 8'ê Adarê û Newrozê DTP'e dê gelek xebatên din ên girîng jî bimeşîne. Ji bo şermezarkirina pêkûtî û tehdîtên ku di demên dawî de li hemberî partiya wan tê kirin, DTP'yî dê di serî de li Edene, Wan û Stenbolê bi beşdarbûna hevserokên partiyê bi merasîmên girseyî avahiyên partiyê veke. Armanca DTP'ê ew e ku bi van merasîma gel û partiyê bîne cem hev û astengiyên di navbera gel û partiyê de li holê rake.

Dîsa di civîna MYK'ê ya dawî de DTP'ê rêvebernameya Meclîsa Ciwanan pejirand. Dê li gorî vê rêvebernameyê xebatên avakirina meclîsa ciwanan jî bilez bêne meşandin. Hevserokên DTP'ê, dê di 1'ê Adarê de ji bo ku amedekariyên Newrozê di ber çavan re derbas bikin û pirsgirêkên rêveberiyên herêmî binirxînin li Amedê bi hemû şaredarên partiya xwe re civînekî li dar bixin.

Li Heskîfê nobet

DTP'ê ji bo xwedî lêderketina dîroka kurd û ya Mezopotamyayê biryareke girîng stand. Cara yekem dê siyasetmedarên kurd ligel daxwazên siyasî ji bo daxwazeke din çalakiyekê li dar bixe. Ji bo astengkirina bendava ilisûyê ya Heskefî û xwedî li dîroka heskefî derkeve li Heskîfê hevserokên DTP'ê dê di 28'ê rêşemiyê de daxuyaniyek bidin çapemeniyê.

Piştî vê yekê dê rêxistinên DTP'ê ên bajar û navçêyan ya Amed, Riha û Mêrdîn li Heskîfê dor bi dor dê nobetê bigrin. Ji ber ku Îsvîçre jî ji bo çêkirina bendavê alîkariya aborî dike, dê hemû rêxistinên DTP'ê jî ji serbalyozgeriya Îsvîçreyê re yê faksên protestoyê bişîn in.

Li aliyê din dê rêveberiyên DTP'ê ji bo piştgiriya li hemberî êrîşên li ser partiya wan Rêxistinên Sivîl ên Demokratîk ziyaret bikin

.

Li Sîlopiyê tecrîd û Îran hatin protestokirin

Li Sîlopiyê tecrîd û Îran hatin protestokirin



Li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi sedan kes hatin cem hev, tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kuştina 10 kurdên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin kuştin şermezar kirin.


Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Sîlopiyê, li ber avahiya DEHAP'a berê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Meclîsa Ciwanên a DTP'ê Zennur Kizilkaya û serokê berê yê DEHAP'ê yê Sîlopiyê Hacî Uzen jî di nav de bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Uzen ku li ser navê însiyatîfê daxuyanî xwend, anî ziman ku dê li dijî polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê yên li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwazên azadî û aştiyê yên gelê kurd bilind bikin. Uzen, wiha dom kir: "Gelê me yê li Îranê, ji bo ku daxwazên xwe yên demokratîk tîne ziman û ji bo vê yekê xwepêşandan li dar dixe, rastî gulebaranê tê. Em wekî kurdên ku li Sîlopiyê dijîn, van êrîşên li ser kurdan şermezar dikin."

Koma qelebalix a ku diruşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Vîyan can rûmeta me ye", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Vaye tên Apocî tên", "PKK gel e gel li vir e", "Kurdên Îranê ne tenê ne", "Ocalan vîna me ya siyasî ye" berz kir, piştî çalakiyê bê bûyer belav bû.

Sonntag, Februar 26, 2006

Malpera xwe bi Google sazbik

Înternet: Malpera xwe bi Google sazbik
Dîrok: 26.02.2006 Saet: 20:34 Nivîs ji: OmeriKeles
Înternet Malpera xwe bi Google sazbik

Google Page Creator xizmetek ji bo sazkirin, fesilandin û rojanekirina malpera ye.

Li gorî piranîye sazkerên din Google Page Creator xizmetek interneteye û li ser bingeha teknolojîya nû ya AJAX hatîye amadekirin, rojên pêşîya me de emê gelekî li ser vê teknolojî balkeş bisekinin, niha nivîsarek di redaksiyona malpera me de derbarê AJAX tê amedekirin, lê ji ber kû teknolojîyek nû ye em dîsa dixwazin qurtayî AJAX nasandin bikin.

AJAX an jî (Asynchronous JavaScript and XML) bitûnîya çend teknolojîyên (Vekî Java û XML) kû derfeta çûn û hatina agahîyan bi rîya websazkere bete kû hercar serîde be daxistin. AJAX teknolojîyek dewlemende taybetî ji bo internet.

Bikarhiner vê dikarîbe navbera çend nifşê rûçikê halîhazir hilbejêre, Tu zanyarîyên pêşber ji bo bikaranîna bernameyê Google hewce nabîne û heman herkes vê dikarîbe hêsanî modûla WYSIWYG (what you see is what you get - tû çi dibîne tê vê bistîne) bikarbîne.

Page Creator malperê têne sazkirin dixe navnîşanek veha navête.googlepages.com û Google ji bo qeydkirine jî cîhekî heta 100 mb li ser belaş dide.

http://pages.google.com
anjî http://www.pckurd.net

Freitag, Februar 24, 2006

Demançeyen polîsên Iraq li Tirkîye derketin

Demançeyen ku ji polîsên Iraq re hatin bi rêkirin li Tirkiye derketin
Nivîskar: rizgarionline Di: 23.02.2006 Sehet: 00:39

Hat ragihandin ku beşek demançeyên Glock ên ku li gor peymana di navbera Avûstûrya û Îraqê de hatiye kirin û Avûstûryayê ji polîsên Îraqê re şandibûn, beşek ji wan demançeyan li Tirkiyeyê hatine dîtin. Di derbarê vê mijarê de serokê giştî yê berê yê Partiya Hawirdor a Avûstûryayê û berdevkê parastinê ya vê partiyê di parlamentoyê de Peter Pilz diyar kir ku ew demançeya ku li Trabzonê keşeyê îtalî Andrea Santora pê hat kuştin yek ji van demançeyan e.

Di derbarê vê mijarê de serokê giştî yê berê yê Partiya Hawirdor a Avûstûryayê û berdevkê parastinê ya vê partiyê di parlamentoyê de Peter Pilz diyar kir ku ew demançeya ku li Trabzonê keşeyê îtalî Andrea Santora pê hat kuştin yek ji van demançeyan e.
PUKmedya

Donnerstag, Februar 23, 2006

Parlemana Kurdistanê

Parlemana Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bo seroketîya hikûmeta Kurdistanê nîşandike

PNA- Sibehê çarşemê 22/02/2006 a parlemana Kurdistanê jibo raspardina birêz Nêçîrvan Barzanî bo pêkanîna kabînê hikûmata Kurdistanê dicive.
Ligor zanyarîyan, sibehê parlemana Kurdistanê dicive, di vê civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî radispêrin ku kabîneya hikûmeta nû ya Kurdistanê pêkbîne

Mittwoch, Februar 22, 2006

eFerheng 1.1 derket

eFerheng 1.1 derket
Dîrok: 21.02.2006 Saet: 17:01 Nivîs ji: OmeriKeles
Bername Paş bêdengîyek dûvdirej niha me versiyona eFerheng 1.1 weşand. vekî herdem em hêvîdikin hûn dikarîbin nerîn û ramana xwe derbarê vê bernameye di forumê de şîrovebikin.



Zêdetir derbarê eFerheng 1.1 her vir
eFerheng v1.1 bi Sê zimana derdikeve


Dakişîne:

eFerheng v1.1 bi Sê zimana dakişîne

Di Forumê de şîrovebik

Sonntag, Februar 19, 2006

Tanq dîsa derketin kuçeyên Cizîrê

Tanq dîsa derketin kuçeyên Cizîrê


Nerazîbûnên li dijî gera tangan a rojên borî li navçeya Cizîra Şirnexê hê jî didomin, niha jî gelek tanq ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê derketin û li ser Kolana Mêrdînê xwe nîşan dan.

Cizîr dîsa bû şahidê xwepêşandana tanqan. Gelek tanq ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê derketin û li ser Kolana Mêrdînê xwe nîşan dan. Di 13'ê reşemiyê û 15'ê Reşemiyê ku salvegera anîna Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû de jî tanq daketibûn navenda navçê û xwe nîşan dabûn. Li dijî vê yekê nerazîbûn hatibûn nîşandan.

Çavlirê ye ku hemwelatiyên ji ber van dîmenan ketine nav fikaran, roja duşemê li Dozgeriya Komarê gilî bikin.

http://www.azadiyawelat.com/

Dewleta Îranê dîsa xwîna kurdan rijand

Dewleta Îranê dîsa xwîna kurdan rijand


Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Makû, Bazergan, Şot, Yolegeldî hêzên dewleta Îranê bi çekan êrîşî çalakiyên protestoyî yên li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan kir. Di encama êrîşan de 8 kurdan jiyana xwe ji dest da, 30 kes birîndar bûn û ji 700 kesî zêdetir kurd jî binçav kirin. Bi sedema salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan, hefteyek e, bê rawestan li Rojhilatê Kurdistanê çalakî dihatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, duh êvarê jî li bajarê Makû û Mehabadê çalakî hebûn. Hate ragihandin, hêzên çekdar ên Îranê li dijî komên xelkên di nava çalakiyan de çek bi kar anî... Alozî didome...

BANGA 'EM HESKÎFÊ BIPARÊZIN'

Kurdî: BANGA 'EM HESKÎFÊ BIPARÊZIN'
19.02.2006 Saat: 19:33
Sempozyûma du rojî ku di çarçoveya têkoşîna li dijî projeya bendava Ilisûyê de îro bi dawî bû.

Bendava Ilisûyê wê navçeya bakurê Kurdistanê Heskîfê di bin avê de bihêle.

Sempozyûm ji aliyê 'Hewldana Paraztina Heskîfê' ve hate lidarxistin û ji bo paraztina Heskîfê bang li derdorên pêwendîdar hat kirin.

Sempozyûma du rojî ku ji aliyê 'hewldana paraztina Heskîfê' ve li salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin, îro bi dawî bû.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Şaredarê Heskîfê Avdulwehab Kusen, şaredarên qedemeyên yekem yên Amedê jî beşdarî sempozyûmê bûn û di çarçoveya sempozyûmê de îro panêlek pêk hat.

Gelek akademisyan û zanyarên ji zanîngehên Kurdistan û Tirkiyê, hawîrdorparêz û mîmar jî di panêlê de axivîn û destnîşan kirin ku mirovên ji dîroka xwe hatin qutkirin, wê bibin mîma robotan.

Di panêlê de hate gotin 'ger Heskîf di bin avê de were hiştin, evê bibe qirkirinek'.

Di panêlê de wekî din li dijî gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan, yên digotin ewê Heskîfê bibin cihekî din, nerazîbûn hatin nîşandan.

Di panelê de peyama 'Civîna Medeniyetan, Heskîf e' hat dayîn û piştî panêlê weke encama sempozyûma du rojî wiha hat gotin:

'Divê hemû sazî û dezgeh ji bo Heskîf di bin avê de nemîne çi dikeve ser milên wan, bikin. Zanîngeha Dîcle yekane xwedî û berpirsiyarê Heskîfê ye. Ji ber vê yekê divê senatoya zanîngeha Dîcleyê bangeke vekirî bike, tevî parlemanterên herêmê daxuyaniyeke hevbeş biweşîne. Bi pêşniyara parlemanteran divê li Parlemana Tirkiyê Rûniştineke giştî li ser mijarê çêbibe. Divê 'desteya paraztina hebûnên çandî û xwezayî ya Amedê' biryareke vekirî û misoger bide.

ROJ TV Navenda Nuca

Donnerstag, Februar 16, 2006

LI KURDISTANÊ JIYAN RAWESTIYA

Kurdî: LI KURDISTANÊ JIYAN RAWESTIYA
15.02.2006 Saat: 16:47
Salvegera 7.emîn a komploya li dijî rêberê Koma Komalên Kurdistanê Abdullah Ocalan, bi hêrseke mezin hate pêşwazîkirin.

Kurdên ku bi heftane çalakiyên protestoyî lidar dixin, îro çalakiyên xwe gîhandin asta herî bilind.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê, Kurdistanî neçûn dibistanê û ser kar, kincên reş li xwe kirin û rojî girtin.

Li Şirnex û navçeyên wê, doh êvarê çalakiyên protestoyî yên ji bo 15'ê Sibatê, vê danê sibê li dû xwe bêdengiyek hîşt.

Şêniyên Şirnex û derdora wê neçûn kar û dibistanê û hemû tax û kolan bêdeng man û dikandaran-jî deriyên dikanên xwe girtin.

Li gelek taxên Sêrtê-jî, dibistan hatin boykotkirin, esnafan dikanên xwe girtin, şofêrên mînîbusan-jî wesaîtên xwe kilîtkirin.

Li Batmanê, li kolana herî mezin a qelebalix Gulîstan bêdengî serdest bû û li taxa Yawuz Selîmê hin dikanên vekirî man, bûn hedefa kevirên zarokan.

Wekî din Înîsiyatîfa Gel a Demokratîk, bi daxwaza azadiya Ocalan, wê sibê li ber avahiya DTP'ê ya bajêr mitîngekê pêk bîne, lewma banga tevlîbûnê kir.

Li Wanê-jî, gelek kargeh girtî man û li gelek noxteyan-jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li taxa Hecîbekirê, jinan kincên reş li xwe kirin rojî girtin, li kolan Surmelî-jî zarokan li qada fitbolê agir dadan.

Bi taybetî li gelek gundên ser bi Çaldiranê-jî, gel derneket derve û rojî hate girtin.

Li navçeya Agirî, Bazidê-jî rûniştvanên navçeyê zarokên xwe neşandin dibistnaê, kincên reş li xwe kirin, rojî girtin û esnafan-jî dikanên xwe venekirin.

Li navçeya Mêrdîn, Qoserê-jî, polêsan bi kamerayan dîmenên dikanên girtî kişandin û xwestin, esnaf dikanên xwe vekin.

Li Nisêbîn û Dêrikê-jî, esnafan dikanên xwe girtin û zarok-j neçûn dibistanê.

Li Qoserê-jî, bi sedan kesên li dijî paşvexistina çalakiyên ku diviyabû îro ji liayê Înîsiyatîfa Gel a Demokratîk ve bihatana lidarxistin, bêzar bûn û derketin derve û ji bo Ocalan xwepêşandan pêk anîn.

Li Rihayê-jî, ku Ocalan li wir lê ji dayîk bûye, komên li ber avahiya DTP'ê li hev civiyan, heta navenda kar a Karakoyun meşiyan.

Li Suruçê-jî, 2 hezar û 500 kes li ber avahiya berê ya DEHAP'ê li hev kom bûn û ji kolana Murşitpinar heta Uzun Yolê û avahiya navçeyê ya AKP'ê meşiyan.

Esnafên Suruçê-jî, ji ber 15'ê Sibatê deriyên dikanên xwe girtin.

Li Dêrsimê-jî, serokê DTP'ê Ozgur Soylemez ji bo bi dehan kesên li ber avahiya navçeya navendî ya DTP'ê axaftinek kir.

Soylemez got, Ocalan ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn temînata aştiyê ye û xwest, hemû bêhuqûqiyên li ser Ocalan bên bidawîkirin.

Piştî daxuyaniyê, polêsan avêtin ser avahiya DTP'ê ya bajêr û hemû deriyên ketin û derketin kirin bin kontrolê.

Daxuyaniyên bi heman armancê li navçeya Amed, Bismilê û li Îzmîrê-jî hatin dayîn.

Li Amedê, li navçeyên Farqîn, Erxenî, Lice, Pîran û Bismilê dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û xwendekar-jî neçûn dibistanê.

Rûniştvanên navçeyê ku pirraniya wan kincên reş li xwe kiribûn, derneketin kolanan.

Dîsa li gelek taxên Edene û Hatayê, li beldeya Aydin Ortaklarê, gel neçû ser kar û dibistan girtî man û kolan vala û bêdeng man.

Di çalakiyan de komploya li dijî Ocalan hate şermezarkirin û mesaja ''helwesta ji bo Ocalan, helwesta ji bo Kurdan e,'' hate dayîn.

ROJ TV Navenda Nuça

Dienstag, Februar 07, 2006

Tayyip Erdoganî qebûl kir ko wan êşa mirîşkan belav kiriye

Nûçe


DIYARBEKIR, 29/1 2006 — Serokwezîrê tirkan Tayyip Erdoganî pêr li Davosê bersiva rojnamevanan da û li ser pirseka di derbareyî êşa mirşêkan de got ne tenê sûcê teyrên mihacir lê sûcê fabrîkeyên mirîşkan çêdikin jî di belavbûna nexweşiyê de hebû. Erdoganî got mirîşkên ko gerek kiriban alifê heywanan bi erzanî firotin xelkê. Cihên Erdogan behsê dike bakurê Kurdistanê û cihên kurd lê dijî ne. Tirkan li Mêrsînê mirîşkên nexweş bi belaşî dan kurdan. Bi wasiteya ticaran jî rêkirin bajarên Kurdistanê. Bixwîne


http://www.kerkuk-kurdistan.com/nuceyek.asp?ser=1&cep=1&nnimre=4881