Freitag, März 03, 2006

Fatih Akin dokumanterekê li ser jiyana Yilmaz Guneyî çêdike

Fatih Akin dokumanterekê li ser jiyana Yilmaz Guneyî çêdike
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.02.2006 Sehet: 15:22
Ji aliyê rizgarionline

Rejîsor Fatih Akinê ko li Elmanyayê çêbûye û mezin bûye dê li ser jiyana rejîsorê Kurd yê navdar Yilmaz Guneyî fîlmekê dokumanter çêke. Fatih Akin ji rojnameya ingilîzî Daily Telegraphê re dibêje Yilmaz Guney qehremanek bû û ew hemî bi awayekî ji Yilmaz Guneyî miteesir bûne. Fatih Akin bi xwe rejîsorekê naskirî ye û wî sala 2004-ê xelata ”Hirça zêrîn” jî wergirtiye.

Fatih Akin dibêje wî digel kurê Yilmaz Guneyî jî axaftiye û kurê Yilmaz Guneyî di dema zarokîtiya xwe de bi zora babê xwe gotinên Maoyî ji ber dikir, û heger wî gotinên Maoyî baş ji ber nekira babê wî guhê wî dikişand.
Yilmaz Guneyî zêdetirî sed fîlman çêkiriye û li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê wekî ”Qralê kirêt” têt nas kirin. Fatih Akin dibêje armanca wî ji vî fîlmê dokumanter ew e ko careka dî Yilmaz Guneyî li derveyî tixûbên Tirkiyeyê aktuel bike.
Nefel


http://www.rizgari.com

Keine Kommentare: