Sonntag, März 12, 2006

Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e

Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e


Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora xwe ya derbarê îhlalkirina Mafên Mirovan de ya salane eşkere kir û di vê rapora xwe de cî da îhlalkirina mafên mirovan yên li Tirkiyeyê jî. Li gor ku ji medyaya Tirkiyeyê hatiye wergirtin, Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirs û pirsgirêkên di derbarê îhlalkirina mafên mirovan de her berdewam in.


Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ji Washington ragihandiye; Li Tirkiyeyê di warên fealiyetên siyasî de hin rêlêbirîn hene, Îşkence û lêdan dom dike û pirsgirêkên wek girtin û binçankirina dirêj ya beriya hukumlêbirînê dom dike. Di raporê de pirs û pirsgirêkên din yên wek azadiya fikir û raman, ya medyayê, ya civîn, damezrandina komeleyan, azadiya olî, pêkanîna şîdeta li dijî jinan û kêmkirina mafên karkeran, hatine rêzkirin.


“Sansora li dijî rojnamevan û medyayê berdewm e”


Herweha di raporê de hatiye diyarkirin ku herçiqas li Tirkiyeyê Îşkence, bi qanûnî hatibe qedexekirin jî, lê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve Îşkence û lêdan tê kirin.

Li gor rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê; şert û şurtên zindanên Tirkiyeyê xirabin û mesrefên ku ji bo têkûzkirina zindanan tê veqetandin kêm e. Herweha di raporê de hatiye diyarkirin ku sansora li dijî rojnamevan û medyayê jî, berdewm e.



Azadîya Welat

Keine Kommentare: