| ÎHD'ê bo Dayîkên Aştiyê yên girtî nameya piştgiriyê şand | |
| |
Keskîn destnîşan kir ku Dayîkên Aştiyê êşên giran dîtine, zarokên xwe ji dest dane, gundên wan hatine şewitandin û ji neçariyê axa xwe terikandine. Keskîn, anî ziman ku Dayîkên Aştiyê bê ku êşên xwe derxin pêş, destê xwe dirêjî dayîkên leşkeran kirine, lê ev dest her tim vala mane. Keskîn, wiha dom kir:
"Girtina Dayîkên Aştiyê, polîtîkayên bêçareseriyê yên di pirsgirêka kurd de, datîne holê. Em wekî parazvanên mafên mirovan, girtina Dayîkên Aştiyê protesto dikin û em dibêjin bila di demeke herî kin de bêne berdan."
Piştî daxuyaniyê ÎHD'yî çûn Postexaneya Galatasarayê û ji Dayîkên Aştiyê re nameyên piştgiriyê şandin.
http://www.azadiyawelat.com/
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen