| Ji bo cenazeyê HPG'yiyan 10 hezar kes berhev bû | |
| |
| Ji bo definkirina cenazeyên şervanên HPG'ê yên bi navên Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) û Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) ku di encama operasyona TSK'ê ya li çoltera gundên Kerborana Mêrdînê de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn, li Êlihê 10 hezar kes berhev bûn. Cenazeyên şervanên HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin" hatin definkirin. Cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên bi navê Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) û Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) ku di encama pevçûna di dema operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li çoltera gundên navçeya Kerborana Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi beşdariya hezaran kesan anîn Êlihê. Cenazeyên di daketina bajar de bi 10 hezar kesan hatin pêşwazîkirin, piştî li Mizgefta Selimiyeyê ya li Taxa Baglara Êlihê wecîbeyên olî hatin bi cihanîn bi sloganên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo bijî Kurdistan", "Tolhilda tohhildan", "Gelê kurd here eniyê ji bo tolhildanê" heta Goristana Îkizlerê ya li Taxa Çayê ku 4 kîlometreyan dûrî mizgeftê bû, li ser milan birin. 'Bi guleyan bersivê didin kurdan'
"Bersiva gelê kurd a aşitiyê bi vî awayî tê bersivandin. Bersiv bi guleyan tê dayîn. Lê kurd naxwazin bikuşin û bimirin. Divê ev daxwaza kurdan bê dîtin. Ez li vir rewşên bîrên kurd û tirk jî rexne dikin. Tenê nêrînên xwe dinivîsin ji ber ku hêzek in. Demekê dixwestin tiştekê bikin lê niha li ku ne. Bila hêza xwe nîşan bidin û ji bo çareseriyê bikevin nav tevgerê." 'Rêzê nîşanî cenazeyên me jî nadin'
|
http://www.azadiyawelat
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen