Kurdî: LI KURDISTANÊ JIYAN RAWESTIYA
15.02.2006 Saat: 16:47
Salvegera 7.emîn a komploya li dijî rêberê Koma Komalên Kurdistanê Abdullah Ocalan, bi hêrseke mezin hate pêşwazîkirin.
Kurdên ku bi heftane çalakiyên protestoyî lidar dixin, îro çalakiyên xwe gîhandin asta herî bilind.
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê, Kurdistanî neçûn dibistanê û ser kar, kincên reş li xwe kirin û rojî girtin.
Li Şirnex û navçeyên wê, doh êvarê çalakiyên protestoyî yên ji bo 15'ê Sibatê, vê danê sibê li dû xwe bêdengiyek hîşt.
Şêniyên Şirnex û derdora wê neçûn kar û dibistanê û hemû tax û kolan bêdeng man û dikandaran-jî deriyên dikanên xwe girtin.
Li gelek taxên Sêrtê-jî, dibistan hatin boykotkirin, esnafan dikanên xwe girtin, şofêrên mînîbusan-jî wesaîtên xwe kilîtkirin.
Li Batmanê, li kolana herî mezin a qelebalix Gulîstan bêdengî serdest bû û li taxa Yawuz Selîmê hin dikanên vekirî man, bûn hedefa kevirên zarokan.
Wekî din Înîsiyatîfa Gel a Demokratîk, bi daxwaza azadiya Ocalan, wê sibê li ber avahiya DTP'ê ya bajêr mitîngekê pêk bîne, lewma banga tevlîbûnê kir.
Li Wanê-jî, gelek kargeh girtî man û li gelek noxteyan-jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li taxa Hecîbekirê, jinan kincên reş li xwe kirin rojî girtin, li kolan Surmelî-jî zarokan li qada fitbolê agir dadan.
Bi taybetî li gelek gundên ser bi Çaldiranê-jî, gel derneket derve û rojî hate girtin.
Li navçeya Agirî, Bazidê-jî rûniştvanên navçeyê zarokên xwe neşandin dibistnaê, kincên reş li xwe kirin, rojî girtin û esnafan-jî dikanên xwe venekirin.
Li navçeya Mêrdîn, Qoserê-jî, polêsan bi kamerayan dîmenên dikanên girtî kişandin û xwestin, esnaf dikanên xwe vekin.
Li Nisêbîn û Dêrikê-jî, esnafan dikanên xwe girtin û zarok-j neçûn dibistanê.
Li Qoserê-jî, bi sedan kesên li dijî paşvexistina çalakiyên ku diviyabû îro ji liayê Înîsiyatîfa Gel a Demokratîk ve bihatana lidarxistin, bêzar bûn û derketin derve û ji bo Ocalan xwepêşandan pêk anîn.
Li Rihayê-jî, ku Ocalan li wir lê ji dayîk bûye, komên li ber avahiya DTP'ê li hev civiyan, heta navenda kar a Karakoyun meşiyan.
Li Suruçê-jî, 2 hezar û 500 kes li ber avahiya berê ya DEHAP'ê li hev kom bûn û ji kolana Murşitpinar heta Uzun Yolê û avahiya navçeyê ya AKP'ê meşiyan.
Esnafên Suruçê-jî, ji ber 15'ê Sibatê deriyên dikanên xwe girtin.
Li Dêrsimê-jî, serokê DTP'ê Ozgur Soylemez ji bo bi dehan kesên li ber avahiya navçeya navendî ya DTP'ê axaftinek kir.
Soylemez got, Ocalan ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn temînata aştiyê ye û xwest, hemû bêhuqûqiyên li ser Ocalan bên bidawîkirin.
Piştî daxuyaniyê, polêsan avêtin ser avahiya DTP'ê ya bajêr û hemû deriyên ketin û derketin kirin bin kontrolê.
Daxuyaniyên bi heman armancê li navçeya Amed, Bismilê û li Îzmîrê-jî hatin dayîn.
Li Amedê, li navçeyên Farqîn, Erxenî, Lice, Pîran û Bismilê dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û xwendekar-jî neçûn dibistanê.
Rûniştvanên navçeyê ku pirraniya wan kincên reş li xwe kiribûn, derneketin kolanan.
Dîsa li gelek taxên Edene û Hatayê, li beldeya Aydin Ortaklarê, gel neçû ser kar û dibistan girtî man û kolan vala û bêdeng man.
Di çalakiyan de komploya li dijî Ocalan hate şermezarkirin û mesaja ''helwesta ji bo Ocalan, helwesta ji bo Kurdan e,'' hate dayîn.
ROJ TV Navenda Nuça
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen