| Li Sîlopiyê tecrîd û Îran hatin protestokirin | |
| |
| Li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi sedan kes hatin cem hev, tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kuştina 10 kurdên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin kuştin şermezar kirin. Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Sîlopiyê, li ber avahiya DEHAP'a berê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Meclîsa Ciwanên a DTP'ê Zennur Kizilkaya û serokê berê yê DEHAP'ê yê Sîlopiyê Hacî Uzen jî di nav de bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Uzen ku li ser navê însiyatîfê daxuyanî xwend, anî ziman ku dê li dijî polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê yên li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwazên azadî û aştiyê yên gelê kurd bilind bikin. Uzen, wiha dom kir: "Gelê me yê li Îranê, ji bo ku daxwazên xwe yên demokratîk tîne ziman û ji bo vê yekê xwepêşandan li dar dixe, rastî gulebaranê tê. Em wekî kurdên ku li Sîlopiyê dijîn, van êrîşên li ser kurdan şermezar dikin."
|
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen