Kurdî: BANGA 'EM HESKÎFÊ BIPARÊZIN'
19.02.2006 Saat: 19:33
Sempozyûma du rojî ku di çarçoveya têkoşîna li dijî projeya bendava Ilisûyê de îro bi dawî bû.
Bendava Ilisûyê wê navçeya bakurê Kurdistanê Heskîfê di bin avê de bihêle.
Sempozyûm ji aliyê 'Hewldana Paraztina Heskîfê' ve hate lidarxistin û ji bo paraztina Heskîfê bang li derdorên pêwendîdar hat kirin.
Sempozyûma du rojî ku ji aliyê 'hewldana paraztina Heskîfê' ve li salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin, îro bi dawî bû.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Şaredarê Heskîfê Avdulwehab Kusen, şaredarên qedemeyên yekem yên Amedê jî beşdarî sempozyûmê bûn û di çarçoveya sempozyûmê de îro panêlek pêk hat.
Gelek akademisyan û zanyarên ji zanîngehên Kurdistan û Tirkiyê, hawîrdorparêz û mîmar jî di panêlê de axivîn û destnîşan kirin ku mirovên ji dîroka xwe hatin qutkirin, wê bibin mîma robotan.
Di panêlê de hate gotin 'ger Heskîf di bin avê de were hiştin, evê bibe qirkirinek'.
Di panêlê de wekî din li dijî gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan, yên digotin ewê Heskîfê bibin cihekî din, nerazîbûn hatin nîşandan.
Di panelê de peyama 'Civîna Medeniyetan, Heskîf e' hat dayîn û piştî panêlê weke encama sempozyûma du rojî wiha hat gotin:
'Divê hemû sazî û dezgeh ji bo Heskîf di bin avê de nemîne çi dikeve ser milên wan, bikin. Zanîngeha Dîcle yekane xwedî û berpirsiyarê Heskîfê ye. Ji ber vê yekê divê senatoya zanîngeha Dîcleyê bangeke vekirî bike, tevî parlemanterên herêmê daxuyaniyeke hevbeş biweşîne. Bi pêşniyara parlemanteran divê li Parlemana Tirkiyê Rûniştineke giştî li ser mijarê çêbibe. Divê 'desteya paraztina hebûnên çandî û xwezayî ya Amedê' biryareke vekirî û misoger bide.
ROJ TV Navenda Nuca
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen