| Tanq dîsa derketin kuçeyên Cizîrê |
|
Nerazîbûnên li dijî gera tangan a rojên borî li navçeya Cizîra Şirnexê hê jî didomin, niha jî gelek tanq ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê derketin û li ser Kolana Mêrdînê xwe nîşan dan.
Cizîr dîsa bû şahidê xwepêşandana tanqan. Gelek tanq ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê derketin û li ser Kolana Mêrdînê xwe nîşan dan. Di 13'ê reşemiyê û 15'ê Reşemiyê ku salvegera anîna Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû de jî tanq daketibûn navenda navçê û xwe nîşan dabûn. Li dijî vê yekê nerazîbûn hatibûn nîşandan. Çavlirê ye ku hemwelatiyên ji ber van dîmenan ketine nav fikaran, roja duşemê li Dozgeriya Komarê gilî bikin. |
http://www.azadiyawelat.com/
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen