Montag, Februar 27, 2006

Piştî mudaxeleya li dijî meşa cenazeyê Ekincî li Amedê pevçûn derket

Piştî mudaxeleya li dijî meşa cenazeyê Ekîncî li kolanên Amedê pevçûn derket


Piştî mudaxaleya polîsan a li dijî girseya ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ergîn Ekîncî (Zagros) dibir goristana Deriyê Çiyê, di navbera polîs û komên ku belav bûn de, li cihên cuda pevçûn derket. Cenazeyê Ekîncî jî ber bi Goristana Yenîkoyê ve dibin.

Piştî ku polîsan li Qada Deriyê çiyê mudaxeleyî girseya ji nêzî 5 hezar kesan pêk tê kir, di navbera komên ku belav bûn û polîsan de, di nava kolanan de pevçûn derket û hîn jî didome. Komek ji 50 kesan pêk tê û ber bi Deriyê Rihayê ve dest bi meşê kir, bi polîsan re pevçû. Komê ku ji Eskîhalê ber bi Qada Îstasyonê ve meşiya, bankamatîkên banqeya Zîraatê, hemû banqeyên din û avahiya SSK'yê şikandin. Koma ku bi polîsan re pevçû, copên hinek polîsan jê stendin. Kom pişt re ber bi alayê ve meşiya. Hate ragihandin ku li semtên Deriyê Çiyê, Dortyol û Melîkahmetê jî pevçûn dom dikin. Erebeya cenaze jî ku ji komê veqetiya, di semta Ofîsê re derbaz bû ber bi Goristana Yenîkoyê ve diçe.

Di vê navberê de nêzî 2 hezar kesî li ber Mizgefta Şefîk Efendî ku dê nimêja cenaze lê bê kirin kom bûye. Girse bê navberê dirûşmên wekî, "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd namirin", "Ocalan", "HPG here eniyê bo misîlemeyê" berz dike.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê

Li aliyê din nêzî 20 kesên ku di mudaxeleya polîsan de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneyên Dewlet û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Der barê rewşa birîndaran de agahî nehate dayîn.


Keine Kommentare: