Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Makû, Bazergan, Şot, Yolegeldî hêzên dewleta Îranê bi çekan êrîşî çalakiyên protestoyî yên li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan kir. Di encama êrîşan de 8 kurdan jiyana xwe ji dest da, 30 kes birîndar bûn û ji 700 kesî zêdetir kurd jî binçav kirin. Bi sedema salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan, hefteyek e, bê rawestan li Rojhilatê Kurdistanê çalakî dihatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, duh êvarê jî li bajarê Makû û Mehabadê çalakî hebûn. Hate ragihandin, hêzên çekdar ên Îranê li dijî komên xelkên di nava çalakiyan de çek bi kar anî... Alozî didome... |
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen