| DTP dê li Heskîfê nobetê bigire | |
| Lijneya Rêveberiya Navendî ya (MYK) DTP'ê di civîna xwe ya dawî de biryarên giring stand. Li gel amedekariyên 8'ê Adarê û Newrozê DTP'e dê gelek xebatên din ên girîng jî bimeşîne. Ji bo şermezarkirina pêkûtî û tehdîtên ku di demên dawî de li hemberî partiya wan tê kirin, DTP'yî dê di serî de li Edene, Wan û Stenbolê bi beşdarbûna hevserokên partiyê bi merasîmên girseyî avahiyên partiyê veke. Armanca DTP'ê ew e ku bi van merasîma gel û partiyê bîne cem hev û astengiyên di navbera gel û partiyê de li holê rake. Dîsa di civîna MYK'ê ya dawî de DTP'ê rêvebernameya Meclîsa Ciwanan pejirand. Dê li gorî vê rêvebernameyê xebatên avakirina meclîsa ciwanan jî bilez bêne meşandin. Hevserokên DTP'ê, dê di 1'ê Adarê de ji bo ku amedekariyên Newrozê di ber çavan re derbas bikin û pirsgirêkên rêveberiyên herêmî binirxînin li Amedê bi hemû şaredarên partiya xwe re civînekî li dar bixin. Li Heskîfê nobet
DTP'ê ji bo xwedî lêderketina dîroka kurd û ya Mezopotamyayê biryareke girîng stand. Cara yekem dê siyasetmedarên kurd ligel daxwazên siyasî ji bo daxwazeke din çalakiyekê li dar bixe. Ji bo astengkirina bendava ilisûyê ya Heskefî û xwedî li dîroka heskefî derkeve li Heskîfê hevserokên DTP'ê dê di 28'ê rêşemiyê de daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Piştî vê yekê dê rêxistinên DTP'ê ên bajar û navçêyan ya Amed, Riha û Mêrdîn li Heskîfê dor bi dor dê nobetê bigrin. Ji ber ku Îsvîçre jî ji bo çêkirina bendavê alîkariya aborî dike, dê hemû rêxistinên DTP'ê jî ji serbalyozgeriya Îsvîçreyê re yê faksên protestoyê bişîn in. Li aliyê din dê rêveberiyên DTP'ê ji bo piştgiriya li hemberî êrîşên li ser partiya wan Rêxistinên Sivîl ên Demokratîk ziyaret bikin . |
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen