Nivîskar: rizgarionline Di: 12.03.2006 Sehet: 17:35
Ji aliyê rizgarionline
keskesor.info
Li Silêmanî bîranîna şehîdên Qamişlo û Hesekê
Di duyemîn salevegerê de kesên ku di rudanên Qamişlo û Hesekê de şehîd bûn li Silêmanî jî tên bi bîranîn. Bernameya bîranînê ya ku ji alî hind partî û rêxistinên rojavayê Kurdistan ve hat li darxistin de beşdariyek xurt a xwendekarên Zanîngeha Silêmanî û Koye xwe li ber çavan dida.
Bernameya ku bi helbest xwendin û stran gotina helbestkar û hunermendan destpê kir bi fîlmê dokumenterî yê ku di wan rûdanan de şehîdkirin û zindankirina gellek kurdên şoreşger nîşan dide, berdewam kir.
Bername bi axaftinên ji bîrnekirin û dozşopandina şehîdên rûdanan bi dawî bû.
PUKmedia
Bi hezaran Kurd niha li Qamişloyê Serhildana 12ê Adarê bi bîr tînin
Qamişlo- Dora 20 hezar Kurd niha li goristana Qudur Beg li Qamişloyê duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê û Şehîdên wê bi bîr tînin. Bi navê malbata Şehîdan axavtienk hate pêşkêşkirin. Cemawerên beşdar hejmareke mezin ji dirûşiman bilind kirine, li ser wan rexneyan li rêjîmê dikin. Herweha wêneyên Şehîdan û di nav wan de yê Şêx Meeşuqê Xeznewî hatine bilindkirin. Nûnerên partiyên amadekar (Hesen Salih, Beşar Emîn û Mişeel Temo) û rêxistina Civata Sîvîl li Suriyê axavtinên xwe pêşkêş dikin. Naveroka hemî axavtinan nêzîkî hev e û tevde bi zimanê erebî ne. Axavtin bi çepên germ ji aliyê cemaweran ve têne birîn. Tevliheviyek pir mezin heye. Ta niha ti problêmên ewlekarî çênebûne. Hêzên ewlekariyê li kolanên bajêr tije ne. Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê, Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê û Partiya Azadî ya Kurd li Suriyê bangî vê çalakiyê kiribû.
amude.com
Li Kurdistana binxetê kurdan 12-ê adarê bi bîr anî
12/3 2006 — Kurdên Kurdistana binxetê îro li hemî bajarên xwe û li paytexta Sûriyeyê Şamê bûyerên 12-ê adara 2004-ê bi katîvîteyên cida bi bîr anî û seet 11.00-ê kurd pênc deqîqeyan bêdeng rawestiyan da nerazîbûna xwe li hemberî dewleta Sûriyeyê û zordariya wê ya li ser miletê kurd diyar bikin.
Grupeka kurd dor 500 kesan li Şamê xwenîşandanek li ber deriyê avahiya kabîneya wezîran pêkanî û malpera amude.com radiguhîne ko sê kes bi navê wê grupê derbasî hundirê avahiya kabîneya wezîran bûne da daxwazên xwe pêşkêş bikin. Hersê kes jî ev in: Smeîl Emo, Xeyredîn Murad û Ezîz Dawê.
Li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê û Hewlêrê jî duh û îro bûyerên 12-ê adarê hatin bi bîr anîn û kurdên başûr jî piştgiriya xwe bo brayên xwe yên Kurdistana binxetê nîşan da.
nefel
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen