| Mala Êzdiyan 11’emîn Kongreya xwe li dar xist | |
| |
| 11’emîn Kongreya Mala Êzdiyan a Celle bi beşdariya 400 endaman pêk hat. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê û destnîşankirina dîwanê Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl axaftina vekirinê kir. Cemîl di axaftina xwe bal kişand ser rewşa Êzdiyên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û girîngiya yekgirtina di nava Êzdiyan de anî ziman. Serhan Cemîl diyar kir, ku li ser Êzdiyên li Dîasporayê dijîn lîstik tên lîstin û ev lîstik tenê bi xebateke xurt a hevgirtî dikarin vala werin derxistin. Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl da zanîn, ku dewleta Alman di dema dawî de dixwaze Êzdiyan paşve bişîne welatên jê hatine û wiha dewam kir; “Em jî dixwazin li ser axa xwe ya pîroz bijîn, lê belê divê beriya her tiştî mafên Êzdiyan ên Jiyanê, ên Olî werin misogerkirin. Gelo nasnameya kurdan li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Gelo ola Êzîdiya li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Hêji kurdên êzîdî diçin sefaretên wan ê li Ewropa di nasnemên me da kesên bê ol tên naskirin. Başa welateki ku bikeve Yekitiya Ewropayê û di axaftinên xwe de basa reforman dike, lê civaka kurdên êzidî nasnakê emê. Çawa vegerin welatekî ku ola me nasnekê?” Endama Parlamena Ewropayê Feleknaz Uca jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re. Uca da zanîn, ku bi diyalogeke baş ew û Federasyona Komeleyên Êzdiyan dikarin projeyên berbiçav bixin pratîkê Uca wekî din diyar kir ku hin kes dixwazin Êzdî û Kurdan ji hev veqetînin û da zanîn, ku Êzdî Kurd in û mirov nikare wan ji hev veqetînin. Piştî peyamên Şêx, Pîr û rêxistinên cûr be cûr rapora xebatê ya rêveberiyê hate xwendin û guftugoyên tund ji bo xebata paşerojê hatin kirin. Di encama guftûgoyan de ji bo xebateke baştir bimeşîne rêveberiyeke ji 9 kes hat hilbijartin û ji bilî vê yekê 17 kes wê ji bo vê rêveberiyê bibe alîkar. Serokê Malê wê di civîna roja Înê de were destnîşankirin. |
http://www.azadiyawelat.com/
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen