Freitag, März 31, 2006

DTP: çalakiyan rawestînin, PKK: berdewam kin

DTP: çalakiyan rawestînin, PKK: berdewam kin
Weşandin:31/3/2006 saet 11:59

Serokê beledîya Dîyarbekirê Baydemir di civîna çapemenîyê de gazî dîyarbekirîyan kir ku ew dev ji çalakîyan berdin û biçin malên xwe.Baydemîr got ku ew hatîya tehdîtkirin.


Îro hevserokê DTPê Ahmet Türk, serokê şarederiya bajarê mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, parlamenterên DEPê a ku hatiye girtin, serokên şarederiyên DTPê ên bajarên din bi hev re civîneka çapemeniyê kir. Civîn li ber avayiya şarederiya Diyarbekirê hat lidarxistin.

Hevserokê DTPê Ahmed Türk diyar kir ku berpirsên DTP û serokên şarederiyên bajaran ev çend roj in bi berpirsiyariyeka mezin tevdigerin, tevî vê jî serokwezîr Erdogan li dijî wan daxwiyaniyan dide, ev ciyê daxê û xemgîniyê ye.

Ahmed Türk got ku li welatên demokratîk bikaranîna çekan li hemberî xelkên xwepêşander ne tiştek e ku karibe bê qebûlkirin. Wî got ”Me tu carî bawer ne kir ku pirsgirêk ê bi çekan û bi şidetê bê çareserkirin. Em mihawele dikin ku rewş ber bi aştî û wekheviyê de bê arastekirin. Em tu tevgerên zêdegavî teswîb nakin. Em vê ji hêzên ewlekariyê jî dipên ku şidetê bikar neynin. Divê em bi aqlê selîm tevbigerin.”

Piştî Ahmet Türk, Osman Baydemir axaft û got: bîlançoya van çar rojên dawiyê 200 birîndar û 6 kuştî ne. Belkî gelek asan be meriv bi reqeman van buyeran binav bike, lê pêdivêyeka berpirsiyarî û vijdaniyetê ye ku meriv vê di dil û hinavê xwe de hîs bike, xwe têxe şûna dê û bavan.

Osman Baydemîr diyar kir ku Diyarbekirê birîneka kûr girtiye. Wî got, hema ez tenê behsa wan tengasiyên ku ez bi şexsê xwe tûşê bûme bikim ê baş bê fehmkirin ku çi bi serê xelkê sivîl de hat. Ne mimkin e ku meriv fahm bike çima ev bi serê me de tê anîn. Însan hatin kuştin, ji bo tevîhevî pirr rû nede em xwedî li eşa dê û bavan derneketin. Lê ev, êşa mişterek a me hemuyan e, bi hev re dive em xwedî lê derkevin.

Baydemîr, got ku di dema buyeran de, rê li ber wan hat girtin, otomobîla wî î pasevanên wî tûşî êrîşan bûn û ew hatin tehdîdkirin.

Baydemir ji hemû rêxistin xwepêşander û hemwelatiyan xwest ku çalakiyên xwe rawestînin û vegerin malên xwe. Baydemîr ji polîs, esker û hêzên dewletê ên çekdar ên din jî xwest ku ew jî dev jê berdin çek li hember xelkê sivîl bikarneynin. Baydemîr got: êdî me tehamula wê nîne ku em yek însanekî xwe jî wenda bikin.


Osman Baydemîr her wiha diyar kir ku wî û hevalên wî di van çend rojên dawiyê de gelek mihawele kirine ku pevçûn rawestin, texrîbkarî, şewitandin nebe, di vir de gelek caran parêzgar jî li ba wî buye. Lê Baydemîr got ku Erdogan, berpirsên Tirk û hin ji çapemeniya tirkan weka ku min ev nekiribin, hin gotinên min ên di nava xelkê de bi serê xwe derdixin pêş û dixwazin bi vê yekê bigihîjin armancên xwe. Osman Baydemir got ku ev eger ê rijandina xwîna zarokên 6 salî rawestine min bikin bi qurban, lê diyar e ku ev durûtî ne.

PKK û Kongreya Gel berdewamiya van xwepêşandanan dixwazin

Ji alî din balkêş e ku duh PKKê û Kongreya Gel, pesnê van şer, pevçûn û texrîbkarinan da, sipasiya xwepêşanderan kirin û daxwaz ji wan kirin ku çalakiyên xwe bidomînin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) radigihîne ku Meclisa Partiyê ya PKKê civiya û berdewamiya çalkiyên piştî kuştina 14 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) xwest:

"Dewleta Tirk li dijî daxawza azadî û demokrasiyê ya gelê kurd dibêje 'an hûn dê teslîm bibin an jî em dê we îmha bikin'. Xwedîlêderketina gelê kurd a 14 şervanên HPG'ê yên li Mûşê hatîn qetilkirin, tê wateya xedîlêderketina azadî û nasnameya xwe. Ev xwedîlêderketine redkirina polîtîkaya îmha û înkarê ye. Daxwaz tasfiyekirina rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê, israra di siyaseta îmha û înkarkirinê de ye. Di serî de berxwedana gelê Amedê û ya gelê kurd têkoşînek demokratîk, dîrokî, rewa û pîroz e. Bersiva xwedîlêderketina gelê ma ya li Amed, Sêrt, Wan, Êleh û Wanê bûye şehadeta 3 şehîdên din. Bi sedan mirovên me hatine birîdarkirin.

Li şûna ku bersiveka erênî û peyamên çareseriyê bidin, bi hovî êrîşî ser gelê me kirine û xwestine gel biperçiqînin. Em wekî PKK'ê cardin dubare dikin. Daxwaza we ya perçiqandina gelê kurd hewldanek bêhûde ye. Hûn nikarin rê li ber têkoşîna azadiya gelê kurd a di pêşengiya Serokê Gelê Kurd û partiya wî bigirin.”

PKK bang li gelê kurd kir ku heta çareseriyeka demokratîk pêk bê têkoşîna xwe bênavberdan û bi çalakiyên meşrû û demokratîk berdewam bikin.

Li gor ANFê, Kongra-Gel jî li ser buyeran daxwiyaniyek da û wiha got: "Em berxwedana gelê kurd û xwedîlêderketina 14 şervanên şehîd û 3 şehîdên Amedê ya bi rûmet pîroz dikin."

Amadekar:mşoncu/mc
Çavkanî :
ANF/ajansên cuda

Keine Kommentare: