Sonntag, April 02, 2006

Şer pekiya Qoserê, yek hat kuştin(foto album)

Şer pekiya Qoserê, yek hat kuştin(foto album)
Weşandin:1/4/2006 saet 12:25

Li gora ahagîyên ji Qoserê dighêjin me polîs û esker êrîşî xwepêşanderan dikin.Di navera Qoserê û Mêrdînê de ambulans derin û tên. Ji bajêr dengê silehan tê.


Saet:17:00

Li Qoserê piştî ne vekirina dikkanan ciwan daketin kolanan û bê hêzên dewleta tirk re ketin şer. Polîs, esker û xwepêşanderan heta ber êvarî şerkirin.

Ciwanan rêya navdar a îpekê û li gelek kolanan de cî li polis û leşkeran teng dikir lê li gorî tê gotin xortek 22 salî bi navê Ahmet Araç hatiye kuştin û pir kesên brîndar jî hene. Li Qoserê nuha bêdengîyek mezin heye lê li gor tê gotin ciwan vê êvarî jî dakevin kolanan

Saet: 11:00

Li gora agahîyên ji Qoserê digihêjin me bi saeta herêmî saet li dora 10:30 de bi midaxeleya polîsan şer di navbera polîs, esker û xwepêşanderan de derket. Polîs û esker bajêr gulebaran dikin.

Çavkanîyên Mêrdînê jî radigihînên ku di navbera Qoserê û Mêrdînê de ambulans diçin û tên. Ambulans ji Qoserê birîndaran radikin Mêrdînê. Ne diyar e bê kuştî hene û çend kes birîndarin. Lê çûnûhatina ambulansan dibe sebebê tirsa ku hejmara birîndara zêde ye.

Disa tê ragihandin ku dixan ji bajêr bilind dibe û gelek bank û navendek polîsan hatine şewitandin.
Tê zanîn ku qoserîyan dikkanên xwe girtibûn û hêzên dewletê jî zixm didan wan u ew dikkanên xwe vekin.Vê sibehê jî tank li sikak û kolanên Qoserê bicîh bûbûn.

Amadekar:Roni Qoserî / mşo
Çavkanî :
Netkurd / QOSER

Keine Kommentare: