| Ursula Plasnik wezîra derva a Avusturyayê welatê ku serokatiya Yekîtiya Ewropayê a vê dewrê dike, di daxwiyaniya xwe de ya ku da ANFê ragihand ku dive mafên kurdan bên misgorekirin (garantîkirin). Ursula Plasnîk diyar kir ku ew ji şiddeta ku li rojhilatê başûrê Tirkiyeyê hat pêkanîn gelek bi endïşe ne, Plasnîkê bangî hemû aliyan kir ku sakintir û aramtir bin û got rûdanên ku aniha li wê derê pêk tên diyar dikin ku divê tedbîr ji bo Rojhilata başûr bên girtin. Wezîra derve a Avusturyayê daxwiyaniyên serokwezîr Receb Tayyib Erdogan ên ku di agustosa par de li Diyarbekirê kiribû bibîr xist û got divê têkoşîn li hemberî feqîrî û belengaziya li herêmê bê dayin, û xwest ku mafên gelê kurd bên misogerkirin. NAGY: Rûdan endîşeder in Li gor agahiyên ku ji Diyarbekirê gihaştine, bi mirina du kesên birîndar ên li nexweşxaneyê hejmara kuştiyên li Diyarbekirê gihaştiye 8an. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî şideta ku di van 5 rojên dawiyê de hat rapelikandin protesto kir.
Krizstina Nagy sekretera Olli Rehn ê ku berpirsiyar e ji berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê, got “Rûdan endîşeder in, Li ser rewşa Rojhilata başûr a Tirkiyeyê em ê careka din balê bikêşin ser rapora çiriya paşin (november) a sala par .” Nagy diyar kir ku herêm tê texrîbkirin, lazim e pirsgirêkên civakî û aborî yên herêmê bên çareserkirin. Wê herwiha hukumeta tirk rexne kir ku çima ber bi çareseriyên pirsgirêkên herêmê de gavan navêje. Krizstina Nagy wiha got; “Ev herêm mihtacê aştiyê û pêşketina aborî ye. Mafên kulturî ên gelê kurd dive bên cîbicîkirin.”
|
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen