| Rêvebera SELÎS'ê Ozdemir hate girtin | |
| |
| Rêvebera Navenda Şêwirmendiya Jinê SELÎS'ê Hacîre Ozdemîr bi hinceta ku li kargeha wê daxwaznameyên referanduma 'Abdullah Ocalan li Kurdistana Vîna Siyasî ye' hatine bidestxistin, hate girtin. Dadgehê jî bi hinceta ku 'Malovanî û hewandiniya rêxistinê' kiriye der barê Ozdemîr de biryara girtinê da. Ozdemîr şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Rêvebera SELÎS'ê Hacîre Ozdemîr duh li kargeha xwe ya li Kolana Pirtûkxaneyê ya Ofîsê ji aliyê ekîbên Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Ewlehiya Amedê ve hatibû binçavkirin, hate girtin. Ozdemîr ku bi hinceta li kargeha wê daxwaznameyên referanduma 'Abdullah Ocalan li Kurdistana Vîna Siyasî ye' hatine bidestxistin, hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê li Dozgeriya Komarê, bi daxwaza girtinê sewqî 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hate kirin. Dadgehê jî bi hinceta ku 'Malovanî û hewandiniya rêxistinê' kiriye der barê Ozdemîr de biryara girtinê da. Ozdemîr şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. http://www.welat.com/ |
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen