Freitag, März 31, 2006

Şer li Dîyarvekir dewam dike

Şer dewam dike, tanqên eskerîyê li hundirê bajêr in
Weşandin:29/3/2006 saet 15:07

Li Dîyarbekirê vê sibehê li hin taxan şerê navbera polîs, esker û ciwanan ji nû va dest pê kir. Bilançoya roja berê jî giran derket: 100 birîndar, 95 girtî û bi dehan dikanên şewitandî.


Li gora aghahîyên ji bajêr tên pêvçûnên roja berê di merasima çekdarên HPGê de derketibû vê sibêhê ji nû ve dest pê kir.

Li Diyarbekir piştî 15 salan şun ve cara ewil e ku Cendirme dikeve hundurê bajêr û operasyonan dike

Di vê navê de bîlançoya bûyerên duh jî hêdî hêdî dertê holê. Tê ragihandin ku di pêvçûnên duh de 53 polîs, 5 rojnamevan 100 kes birîndarbûye, 95 kes jî hatine girtin. Li jiber hin kesên birîndar ji alîyê polîs hatine girtin, mumkine ku hejmara birîndarên sivîl zêdetir be. Dîsa bi taybetî li derdora Ofîsê gellek dikan û banke hatine şewitandin.

Tanqên eskeriyê li kolanên Diyarbekirê digerin

Vi şeveqê li Dîyarbekirê bêdengî hebû. Lê bi nûçeya ku li Bexlera xortek hatîye kuştin , pêvçûn careka din li hin taxên Dîyarbekirê destpêkir. Li Korxetê, Bexlera û Kurçeşmeyê di navbera ciwanan û polîsan de şer derket. Dîsa tê ditîn ku li gellek deverên stratejîk esker jî bicîh bûne.


Polîs bi panzêran êrîşê gel dike

Gorî du çavkanîyên ku em bi rêya telefon û msn gihaştin wan şer hîna dewam dikin.

Tîmên taybetî li kolanan terorê dikin

Çavkanîyê ku em bi rêya telefonê gihaştinê van agahîyan ragihand me: Em anha li otelekê li qatê hefta ne û camên otela me hatine şikenandin. Rewş xerab e em divînin ku şer di navbera polîs û ciwanan de heye û polîs derban bera hewa didin û bi bombeyên gazê êrişî wan dikin.

Gelên sivîl di navbera her du aliyan de bêçare dimînin

Çavkanîyê duyemîn jî werê got:Ez anha li cihê xwe yê karim û ez nikarim herim malê li kolanan şer dewam dikin. Ez anha dengên derba dibihîzim.Ciwanan gelek kolan girtine esker û tîmên taybet ketine nava bajêr.Gelek dikan û kargeh hatine şewitandin.Do bi şev ku ez derketim balkona xwe û min nerî ku Amêde bûye Filîstînê!Min heya anha tiştekî werê nedîtîye ji her deveran agir û dixan derdiket û dengên derban dihatin.

Tîmên taybetî li kolanên Diyarbekirê bera gel didin

Parlamenterên Dîyarbekirê, serokê şaredarîya bajêr û herweha rêxistinên sivîl gazî sukûnetê dikin.

Têragihandin ku pirayîya esnafan dikanên xwe girtine.


Dikan û otomobîlên şewitandî

Jinek bêçare

Manzareyek ji kolananên Diyarbekirê

Dikan ji ber ewlekariyê kepenkan venakin

Amadekar:Welat Azad/mşo
Çavkanî :
Netkurd

Keine Kommentare: