Freitag, März 03, 2006

Ceferî destvala hat

Berteka Mam Celal bandorek tund li serlêdana Ceferî ya Tirkiyê kir: Ceferî destvala hat
Nivîskar: rizgarionline Di: 02.03.2006 Sehet: 02:09
Ji aliyê rizgarionline

Piştî berteka Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ya ji serlêdana Ceferî ya bêy agahdarkirin, serlêdana Ceferî ya Tirkiye di bin bandorek neyênî de derbas bû. Her çiqas Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan gotibe ku 'me xetên sor ên Tirkiye xist berîka Ceferî jî", Ceferî li ser navê Iraq bi Tirkiye re tu peyman îmze nekir û destvala vegeriya Iraq.

Piştî daxuyaniya Mam Celal, nûnerê Yekîkiya Niştimanên Kurdistan(YNK) Behrûz Gelalî û ne jî nûnerê Partiya Demokratên Kurdistan(PDK) Omer Mîranî yên Tirkiye neçûn pêşwazîkirina Îbrahîm Ceferî.

Her wuha di nav şandeya ku bi Ceferî re çûn serlêdana Tirkiye de Cîgirê Serokwezîr Ahmed Çelebî, Wezîrê Ragihandinê Selam El-Malikî, Wezîrê Elektrîkê Muhsîn El-Şalaş, Cîgirê Wezîrê Karê Derve Hamid El-Bayatî û Wekîlê Tirkûmenan Abbas H. Mûsa û hind berpirsên din hebûn.

"Erdogan aciz bû"

Berteka Mam Celal a di derbarê serlêdana Ceferî de ku gotibû "Ew peymanên ku ji aliyê Ceferî ve bêne îmzekirin dê ji alî me ve neyên naskirin, Serokwezîrê Tirk Erdogan aciz kir. Enqerê di derbarî berteka Mam Celal de bersiva 'Tu peyman nehatine îmzekirin.' da.
Berteka Mam Celal li ser hemû hevdîtinên Ceferî bandorek neyênî kir. Her wuha piştî hevdîtina Ceferî û Erdogan daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn jî nehat kirin.

Ji alî din ve di birêkirina Îbrahîm Ceferî ya li Balefirgeha Stembolê de tenê beşdariya cîgirek wali bi sosret bû.
PUKmedia


http://www.rojname.com/

Keine Kommentare: