Montag, April 24, 2006

Talabanî: Operasyona derveyî sînor nayê qebulkirin


Serokomarê Iraqê Celal Telebanî, Serokê Federasyona Kurdistanê Mesut Barzanî û Serbalyozgerê Bexdayê yê DYA'yê Zalmay Halîlzad li bajarê Kurdistanê li Selaheddîn civînek li darxistin. Di civînê de Serokomar Talabanî anî ziman ku operasyonek Tirkiyeyê ya derveyî sînoran bi tu awayî nayê pejirandin.


Talabanî li ser damezirandina hikûmeta Iraqê rawestiya û derbirî ku ew ji destnîşankirina Serokwezîrê nû pir keyfxweş bûye. Talabanî li ser bicihkirina leşkera ya ji hêla dewletên Tirk û Îranê ve ya li sinoran jî nirxandinkirin.

'Peymanên berê ji holê rabûne'

Têkildarî mijarê Talabanî wiha axivî: "Em tu caran û bi tu awayî daketina welatên din a Iraqê qebul nakin. Berê bi hind welatan re peymana daketina 15 kîlometreya ya di nav axa Iraqê de hebû lê niha ev peyman ji holê rabûne."

Talabanî bi bîr xist ku hind rewşên berî niha bi Tirkiyeyê re hemfikîr bûn û di wî warî de pêkanînê çê dibûn êdî nayên bicih anîn û her wiha Talabanî Tirkiye rexne kir.

Halîlzad jî axaftinek kir û anî ziman ku divê êdî feraseta hind rêxistinên şiî, sunnî û komên din ji holê bê rakirin. Halîlzad got ku ne ew ne jî DYA ji bi vê yekê keyfxweş nînin.

http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3004

Keine Kommentare: