Ji bo cenazeyê HPG'yiyan 10 hezar kes berhev bû | |
|
Ji bo definkirina cenazeyên şervanên HPG'ê yên bi navên Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) û Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) ku di encama operasyona TSK'ê ya li çoltera gundên Kerborana Mêrdînê de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn, li Êlihê 10 hezar kes berhev bûn. Cenazeyên şervanên HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin" hatin definkirin. Cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên bi navê Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) û Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) ku di encama pevçûna di dema operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li çoltera gundên navçeya Kerborana Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi beşdariya hezaran kesan anîn Êlihê. Cenazeyên di daketina bajar de bi 10 hezar kesan hatin pêşwazîkirin, piştî li Mizgefta Selimiyeyê ya li Taxa Baglara Êlihê wecîbeyên olî hatin bi cihanîn bi sloganên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo bijî Kurdistan", "Tolhilda tohhildan", "Gelê kurd here eniyê ji bo tolhildanê" heta Goristana Îkizlerê ya li Taxa Çayê ku 4 kîlometreyan dûrî mizgeftê bû, li ser milan birin. 'Bi guleyan bersivê didin kurdan'
Di merasîma posterên Serokê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin de, Îmîr û Yakut li gorên ji bo wan li cem hev hatibûn vekirin, hatin definkirin. Piştî rêzgirtina ji bo 'têkoşerên azadiyê' Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Ayhan Karabulut axaftinek kir û wiha axivî: "Bersiva gelê kurd a aşitiyê bi vî awayî tê bersivandin. Bersiv bi guleyan tê dayîn. Lê kurd naxwazin bikuşin û bimirin. Divê ev daxwaza kurdan bê dîtin. Ez li vir rewşên bîrên kurd û tirk jî rexne dikin. Tenê nêrînên xwe dinivîsin ji ber ku hêzek in. Demekê dixwestin tiştekê bikin lê niha li ku ne. Bila hêza xwe nîşan bidin û ji bo çareseriyê bikevin nav tevgerê." 'Rêzê nîşanî cenazeyên me jî nadin'
Malbata şervanê HPG'ê yê bi navê Îdrîs Yakut jî anî ziman ku dilê wan şewitiye û ew naxwazî êdî kes jiyana xwe ji dest bide. Dayîka Îdrîs Yakut Nesîme Yakud ragihand ku ew her tim aşitiyê dixwazin û naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide lê ev yek nayê dîtin. Nesîme Yakut balkişand ser perçekirina cenazeyî û derbirî ku henebe bila rêzê nîşanî cenaze bidin. Yakut got ku 'ew şehîdê me ye' çima cenazeyê wan perçe dikin û ev ye wekî bêrêziyek hovane bi nav kir. Girse pişt re bi sloganan heta Taxa Hîlalê ku mala hewariyê lê bû meşiya. |
http://www.azadiyawelat