Freitag, März 31, 2006

DTP: çalakiyan rawestînin, PKK: berdewam kin

DTP: çalakiyan rawestînin, PKK: berdewam kin
Weşandin:31/3/2006 saet 11:59

Serokê beledîya Dîyarbekirê Baydemir di civîna çapemenîyê de gazî dîyarbekirîyan kir ku ew dev ji çalakîyan berdin û biçin malên xwe.Baydemîr got ku ew hatîya tehdîtkirin.


Îro hevserokê DTPê Ahmet Türk, serokê şarederiya bajarê mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, parlamenterên DEPê a ku hatiye girtin, serokên şarederiyên DTPê ên bajarên din bi hev re civîneka çapemeniyê kir. Civîn li ber avayiya şarederiya Diyarbekirê hat lidarxistin.

Hevserokê DTPê Ahmed Türk diyar kir ku berpirsên DTP û serokên şarederiyên bajaran ev çend roj in bi berpirsiyariyeka mezin tevdigerin, tevî vê jî serokwezîr Erdogan li dijî wan daxwiyaniyan dide, ev ciyê daxê û xemgîniyê ye.

Ahmed Türk got ku li welatên demokratîk bikaranîna çekan li hemberî xelkên xwepêşander ne tiştek e ku karibe bê qebûlkirin. Wî got ”Me tu carî bawer ne kir ku pirsgirêk ê bi çekan û bi şidetê bê çareserkirin. Em mihawele dikin ku rewş ber bi aştî û wekheviyê de bê arastekirin. Em tu tevgerên zêdegavî teswîb nakin. Em vê ji hêzên ewlekariyê jî dipên ku şidetê bikar neynin. Divê em bi aqlê selîm tevbigerin.”

Piştî Ahmet Türk, Osman Baydemir axaft û got: bîlançoya van çar rojên dawiyê 200 birîndar û 6 kuştî ne. Belkî gelek asan be meriv bi reqeman van buyeran binav bike, lê pêdivêyeka berpirsiyarî û vijdaniyetê ye ku meriv vê di dil û hinavê xwe de hîs bike, xwe têxe şûna dê û bavan.

Osman Baydemîr diyar kir ku Diyarbekirê birîneka kûr girtiye. Wî got, hema ez tenê behsa wan tengasiyên ku ez bi şexsê xwe tûşê bûme bikim ê baş bê fehmkirin ku çi bi serê xelkê sivîl de hat. Ne mimkin e ku meriv fahm bike çima ev bi serê me de tê anîn. Însan hatin kuştin, ji bo tevîhevî pirr rû nede em xwedî li eşa dê û bavan derneketin. Lê ev, êşa mişterek a me hemuyan e, bi hev re dive em xwedî lê derkevin.

Baydemîr, got ku di dema buyeran de, rê li ber wan hat girtin, otomobîla wî î pasevanên wî tûşî êrîşan bûn û ew hatin tehdîdkirin.

Baydemir ji hemû rêxistin xwepêşander û hemwelatiyan xwest ku çalakiyên xwe rawestînin û vegerin malên xwe. Baydemîr ji polîs, esker û hêzên dewletê ên çekdar ên din jî xwest ku ew jî dev jê berdin çek li hember xelkê sivîl bikarneynin. Baydemîr got: êdî me tehamula wê nîne ku em yek însanekî xwe jî wenda bikin.


Osman Baydemîr her wiha diyar kir ku wî û hevalên wî di van çend rojên dawiyê de gelek mihawele kirine ku pevçûn rawestin, texrîbkarî, şewitandin nebe, di vir de gelek caran parêzgar jî li ba wî buye. Lê Baydemîr got ku Erdogan, berpirsên Tirk û hin ji çapemeniya tirkan weka ku min ev nekiribin, hin gotinên min ên di nava xelkê de bi serê xwe derdixin pêş û dixwazin bi vê yekê bigihîjin armancên xwe. Osman Baydemir got ku ev eger ê rijandina xwîna zarokên 6 salî rawestine min bikin bi qurban, lê diyar e ku ev durûtî ne.

PKK û Kongreya Gel berdewamiya van xwepêşandanan dixwazin

Ji alî din balkêş e ku duh PKKê û Kongreya Gel, pesnê van şer, pevçûn û texrîbkarinan da, sipasiya xwepêşanderan kirin û daxwaz ji wan kirin ku çalakiyên xwe bidomînin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) radigihîne ku Meclisa Partiyê ya PKKê civiya û berdewamiya çalkiyên piştî kuştina 14 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) xwest:

"Dewleta Tirk li dijî daxawza azadî û demokrasiyê ya gelê kurd dibêje 'an hûn dê teslîm bibin an jî em dê we îmha bikin'. Xwedîlêderketina gelê kurd a 14 şervanên HPG'ê yên li Mûşê hatîn qetilkirin, tê wateya xedîlêderketina azadî û nasnameya xwe. Ev xwedîlêderketine redkirina polîtîkaya îmha û înkarê ye. Daxwaz tasfiyekirina rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê, israra di siyaseta îmha û înkarkirinê de ye. Di serî de berxwedana gelê Amedê û ya gelê kurd têkoşînek demokratîk, dîrokî, rewa û pîroz e. Bersiva xwedîlêderketina gelê ma ya li Amed, Sêrt, Wan, Êleh û Wanê bûye şehadeta 3 şehîdên din. Bi sedan mirovên me hatine birîdarkirin.

Li şûna ku bersiveka erênî û peyamên çareseriyê bidin, bi hovî êrîşî ser gelê me kirine û xwestine gel biperçiqînin. Em wekî PKK'ê cardin dubare dikin. Daxwaza we ya perçiqandina gelê kurd hewldanek bêhûde ye. Hûn nikarin rê li ber têkoşîna azadiya gelê kurd a di pêşengiya Serokê Gelê Kurd û partiya wî bigirin.”

PKK bang li gelê kurd kir ku heta çareseriyeka demokratîk pêk bê têkoşîna xwe bênavberdan û bi çalakiyên meşrû û demokratîk berdewam bikin.

Li gor ANFê, Kongra-Gel jî li ser buyeran daxwiyaniyek da û wiha got: "Em berxwedana gelê kurd û xwedîlêderketina 14 şervanên şehîd û 3 şehîdên Amedê ya bi rûmet pîroz dikin."

Amadekar:mşoncu/mc
Çavkanî :
ANF/ajansên cuda

Şer li Dîyarvekir dewam dike

Şer dewam dike, tanqên eskerîyê li hundirê bajêr in
Weşandin:29/3/2006 saet 15:07

Li Dîyarbekirê vê sibehê li hin taxan şerê navbera polîs, esker û ciwanan ji nû va dest pê kir. Bilançoya roja berê jî giran derket: 100 birîndar, 95 girtî û bi dehan dikanên şewitandî.


Li gora aghahîyên ji bajêr tên pêvçûnên roja berê di merasima çekdarên HPGê de derketibû vê sibêhê ji nû ve dest pê kir.

Li Diyarbekir piştî 15 salan şun ve cara ewil e ku Cendirme dikeve hundurê bajêr û operasyonan dike

Di vê navê de bîlançoya bûyerên duh jî hêdî hêdî dertê holê. Tê ragihandin ku di pêvçûnên duh de 53 polîs, 5 rojnamevan 100 kes birîndarbûye, 95 kes jî hatine girtin. Li jiber hin kesên birîndar ji alîyê polîs hatine girtin, mumkine ku hejmara birîndarên sivîl zêdetir be. Dîsa bi taybetî li derdora Ofîsê gellek dikan û banke hatine şewitandin.

Tanqên eskeriyê li kolanên Diyarbekirê digerin

Vi şeveqê li Dîyarbekirê bêdengî hebû. Lê bi nûçeya ku li Bexlera xortek hatîye kuştin , pêvçûn careka din li hin taxên Dîyarbekirê destpêkir. Li Korxetê, Bexlera û Kurçeşmeyê di navbera ciwanan û polîsan de şer derket. Dîsa tê ditîn ku li gellek deverên stratejîk esker jî bicîh bûne.


Polîs bi panzêran êrîşê gel dike

Gorî du çavkanîyên ku em bi rêya telefon û msn gihaştin wan şer hîna dewam dikin.

Tîmên taybetî li kolanan terorê dikin

Çavkanîyê ku em bi rêya telefonê gihaştinê van agahîyan ragihand me: Em anha li otelekê li qatê hefta ne û camên otela me hatine şikenandin. Rewş xerab e em divînin ku şer di navbera polîs û ciwanan de heye û polîs derban bera hewa didin û bi bombeyên gazê êrişî wan dikin.

Gelên sivîl di navbera her du aliyan de bêçare dimînin

Çavkanîyê duyemîn jî werê got:Ez anha li cihê xwe yê karim û ez nikarim herim malê li kolanan şer dewam dikin. Ez anha dengên derba dibihîzim.Ciwanan gelek kolan girtine esker û tîmên taybet ketine nava bajêr.Gelek dikan û kargeh hatine şewitandin.Do bi şev ku ez derketim balkona xwe û min nerî ku Amêde bûye Filîstînê!Min heya anha tiştekî werê nedîtîye ji her deveran agir û dixan derdiket û dengên derban dihatin.

Tîmên taybetî li kolanên Diyarbekirê bera gel didin

Parlamenterên Dîyarbekirê, serokê şaredarîya bajêr û herweha rêxistinên sivîl gazî sukûnetê dikin.

Têragihandin ku pirayîya esnafan dikanên xwe girtine.


Dikan û otomobîlên şewitandî

Jinek bêçare

Manzareyek ji kolananên Diyarbekirê

Dikan ji ber ewlekariyê kepenkan venakin

Amadekar:Welat Azad/mşo
Çavkanî :
Netkurd

Şer derbasî kolanên Batmanê bû (video)

Şer derbasî kolanên Batmanê bû (video)
Weşandin:30/3/2006 saet 15:27

Gorî agahîyên ketine destê me vê sibêhê li bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê bi deh hezaran kes derketine kolanan û di navbera wan û hêzên dewleta tirk de şer derketiye.


Li gora agahîyên ketine destê me vê sibêhê li bakurê Kurdistanê li bajarê Batmanê bi deh hezaran kes derketine kolanan û di navbera wan û hêzên dewleta tirk de şer derket.

Gorî çavkanîyên me camên dikanan hatine şikenandin, banka hatine talan kirin, dibistan hatine şewitandin. Esker, polîs û tîmên taybet ketine kolanan û dengên derban tên. Gel bi keviran êriş dike û hêzên dewletê jî bi çekan û bi bombeyên gazê bersîvê didin.

Dîsa tê ragihandin ku teqînek mezin jî çê bûye û tê îddîakirin ku ev bûyer ji bona hilanîna heyfa kuştiyên Amedê pêk hatine.

Amadekar:Welat Azad
Çavkanî :
Netkurd

Sonntag, März 26, 2006

Li Colemêrgê polîsan gel gulebaran kirin: 5 kes birîndar e

Li Colemêrgê polîsan gel gulebaran kirin: 5 kes birîndar e
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.03.2006 Sehet: 23:28
Ji aliyê rizgarionline

Rizgarî Online/ Di navbera polîsên Tirkiyê û beşdarên xwepêşandana li dij zilma dewletê li Colemêrgêyê 5 kes birîndar bûn. Polîsê Tirkiyê xwepêşandana ku bona pirotesto kirina girtina serokê rêxistina DEHAP'ê ku xwe fehs kiriye ya Colemêrgê Sabahattîn Suvagci, bi kar anîna panzêran, gullan û gaza îsotê 5 kurd birîndar bu. Serokê Rêxistina DEHAP'a xwe fehs kirî ya Colemêrgê yê berê Sabahattîn Suvagci ku bi tavana îtîrafkarekê derbarê wî de îfade daye û bi îdîaya 'Alîkarî û hewandina rêxistina derzagonî' ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê ve hate girtin, bûyer dest pê kir.

Girseya ku di demek nêz de li sûkê li hev civiyan û meş lidarxistin rastî destwerdana polîsan a çekdarî hat. Li ser êrîsa polêsan, peşdaran pê keviran li hêzên polîsan xistin. Di encama gulebarankirina polîsan de Rêveberê Rêxistina DTP'ê ya Culemêrgê Haluk Bor, welatiyên bi navên Giyasettîn Koç, Dîlber Bor û Yakup Aktaş û kesek navê wî nehat zanîn bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Culemêrgê. Hêj jî gengaşî li navenda Colemêrgê dom dike û ragihand ku ji hêla Tîmên Taybet û polîsan ve hemû kûçe hatine girtin.
Cavkanî: Ajansên cûda

Mittwoch, März 22, 2006

Li Amedê Pîrozbahîya Newroz a 2006

Li Amedê bi sedhezaran peyama 'Ocalan vîna min a siyasî ye' da


Li Amedê bi sedhezaran kes tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Fuarê bûn. Pişti konsera Îlkay Akkaya, navên mêvanên ku hatine yek bi yek hatin xwendin. Her wiha peyamên gelek kes û saziyan jî hatin xwendin. Piştî peyaman Koma Azad derket ser dikê. Piştre peyama Buroya Hiqûqê ya Asrin hate xwendin.



Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Newroz, çalakiya pîroz a gelê kurd a li hemberî hêzên ku dixwazin hebûna kurdan tune bikin e. Ocalan got ku ev çalakiya pîroz, a azadî û berxwedanê ye û wiha dom kir: "Divê pêvajoya aştî û biratiyê ya ku me li Îmraliyê daye destpêkirin jî, wek hewldanek ji bo bicihanîna daxwaza gelê me ya aştî û azadiyê bê dîtin."

Ocalan: Ji bo aştiyê hê jî şansek heye

Ocalan, destnîşan kir ku di mercên herî giran de ev 7 sal in çi ji destê wî hatibe, kiriye û wiha got: "Me derfetek çareseriyê ya aştiyane ya dîrokî afirand. Divê gelên me van zihniyetên ku bersiv nadin van gavên mezin ên me ji bo aştî û biratiyê avêtine û van zihniyetên ku neteweperestî û pevçûnan sor dikin, nas bikin. Li holê ye ku digel hemû hewldanên me yên baş, ev bi salan e kî şer dixwaze û li ber aştiyê dibe asteng. Ez îro jî dibêjim û banga xwe dikin; ji bo aştiyê hê jî şansek heye. Ez ji bo ku gerîla, leşker û polîs nemirin dibêjim. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Ger ku ji dehî yekê teşebusên bo Hamasê tê kirin, ji bo me bê kirin, dê pirsgirêk çareser bibe."

'Ji bo bêçekbûnê çi ji destê min bê ezê bikim'

Ocalan, destnîşan kir ku ji bo çareseriyek aştiyane, divê efuyek giştî bê îlankirin, mercên ji bo siyaseta di qada legal de bêne afirandin û mafên çandî bêne nasîn û bi makezagonê bêne misogerkirin. Ocalan, wiha dom kir: "Ger ku ev herdu hêman bêne misogerkirin, ji bo bêçekbûnê çi ji destê me bê em amade ne ku bicih bînin. Ez jî wekî heta, ji bo biratiyê çi bikeve ser milê min ezê dîsa bikim. Nêzîkahiyek din, dê rageşî, şîdet û pevçûnê derxîne holê."

Ocalan got ku ew şer naxwaze û dixwaze ku pêşî li ber şerê dê 50 salan dom bike, bigire bang li hemû derdorên bihîstiyar kir ku ji bo pêşveçûna aştî û çareseriya demokratîk têbikoşin. Ocalan bang li gel jî kir û xwest ku bi Newrozê re têkoşîna aştî û demokrasiyê hîn zêdetir bike.

Uca daxwaza efûya giştî kir

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca jî bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku daxwazên kurdan bi efûyek giştî dikare bên pêşwazî kirin. Uca, destnîşan kir ku hîn jî bêhna xwînê, dengên tang, top tên û dayîk digirîn û wiha berdewam kir: "Em naxwazin ku leşker û gerîla bimirin. Em aştiyê dixwazin." Piştî Uca Serokê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul axivî û got divê çek bêne bêdengkirin û Tirkiyeyek ku kurd karibin nasnameya xwe îfade bikin bê avakirin.

'Birêz Ocalan rastiyek vî welatî ye nayê redkirin'

Piştî Tombul, Endama Komîteya Teşebûsa Referandûma 'Abdullah Ocalan li Kurdistanê Vîna Siyasî ye' Nesrîn Denîz jî axaftinek kir. Denîz diyar kir ku tê xwestin ku kurd ji daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê vegerin û hêzên xwe yên birêxistin vegerin. Denîz destînaş kir ku qebûlkirina îradeya kurdan, ancax bi pêşwazîkirina daxwazan mumkun e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lêgerînên ji bilî vê, neçareserî û zora bêrûmetkirinê ye. Ne mumkun e kurdên bedelê mezin dane û di vê rê de êşên mezin kişanidine, vê yekê qebûl bikin." Denîz da zanîn ku di xebatên referandumê de 2 milyon îmze hatine komkirin û wiha dom kir: "Ev yek muhatabê aştî û çareseriyê nîşanî cîhanê dide. Tê xwestin ku kesên ku ji ber pirsgirêka kurd bedelên herî mezin dane, li derve bên girtin, rêberên sexte bên derxistin, rêxistinên sexte bên avakirin û lêgerînên bê çareserî û polîtîkayên înkar û îmhayê bên domandin. Divê bê zanîn ku ev hewldan berdemawa komploya navneteweyî ku 7 sal berê li dijî hêvî, daxwazên jiyanek bi rûmet pêk hatiye ye. Em li vir carek din di qîrin. Birêz Ocalan rastiya vî welatî ye û nayê redkirin. Heta ev realîte neyê dîtin çararesî nayê." Denîz di dema axaftina pirsa "Hûn Birêz Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl dikin?" kir. Girseyê jî bi yek dengî bersiva "Erê" da. Denîz heman pirs 3 caran dubare kir û heman bersiv girt. Axaftina Denîz bi diruşma "Bijî Serok Apo" hate birîn.

'Amed vegeriya çiqê zeytunê'

Piştî Denîz Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr ku dibin eleqeyek mezin de axaftina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku gelê Amed vegeriyaye çiqê zeytunê û û salên borî zêdetir bûye. Baydemîr got ku ew cesareta xwe ji gel digirin û wiha berdewam kir: "Hîn jî destê aştiyê nehatiye girtin. Lê bila her kes zanibe ku di pêşvebirina demokrasiyê de çiqas pêngav bên avêtin ev dê bi saya we be."

Ahmet Turk: Divê şîdet ji jiyana siyasî derkeve

Piştre Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk axaftinek kir. Turk, balkişand ku bi operasyonên di rojên dawî de dom dikin re, pevçûn dîsa hatine rojevê û got ku li hemû welatên ku kurd lê dijîn, pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê tê fêm kirin. Turk got divê şîdet wekî rêyekê ji jiyana siyasî derkeve û wiha dom kir: "Digel bangawaziya rewşenbîrên tirk û daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî, di nava dema borî de ev tiştên hatine gotin bi bernameyên demokratîk pêk nehatine."

Turk, destnîşan kir ku hikûmetê Lijneya Bilind a Têkoşîna bi Terorê re xistiye faaliyetê, bi vê helwestê jî tercîhên ku salên 1990'an bibîr dixînin kiriye û wiha pê de çû: "Daxwazên kurdan, wekî ku tê xwestin bê nîşandan, ji bo yekîtiya axa Tirkiyeyê û dewletê tehdît nîn in. Kurd vê pirsgirêkê, di şertên Tirkiyeyê de wekî pirsgirêka demokrasiyê dibînin û di wê baweriyê de ne ku demokrasiyek ku hemû kes dikare xwe îfade bike, mafên xwe yên demokratîk û çandî bikar bîne, dê pirsgirêka kurd çareser bike."

'Divê kurdî bibe zimanê fermî'

Turk, daxuyand ku divê kurdî ne tenê di jiyana taybet de, her wiha di jiyana cemaweriyê de jî, wekî zimanekî perwerdehiyê bê qebûlkirin û kurdî jî bi zimanê tirkî re bibe zimanê fermî. Turk ku bang li rayedaran kir da ku zagona partiyên siyasî jî ji nû ve sererast bikin, derbirîn ku ji bo pêjdebirinia aştiya civakî û demokrasiyê, efûyek giştî ya siyasî mecbûrî ye.

'Divê Tirkiye paşeroja xwe bibîne'

Ahmet Turk, diyar kir ku divê civaka Tirkiyeyê paşeroja xwe bibîne, hesabê ji vê paşerojê bipirse bîne, birêxistinbûnên wekî Komîsyona Lêkolîna Rastiyan nîqaş bike û wiha got: "Hemû kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, mirovên me ne. Cenazeyên ku li çar aliyên welatê me têne rakirin, di nav mirovên me de rê li ber tahrîbatên ku çareseriya wan ne mumkun e, vedikin. Her wiha ev kîn şovenîzmê di nava civakê de bi hêz dike."

'Divê operasyonên leşkerî bên rawestandin'

Turk, destnîşan kir ku daxwaza bêdengkirina çekan pevçûnan bi tevahî ji holê ranake û wiha dom kir: "Ji bo vê yekê em dixwazin ku hikumet van operasyonên leşkerî yên li herêmê rawestîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê Fermandariya Giştî jî gavên ku ji aliyê hikumetê ve di vê mijarê de bêne avêtin, bipejirîne."

Turk banga domandina biryara bêçalakîbûnê ya PKK’ê xwest û got ku bo vê pêvajoyê, divê bi bernameyên siyasî yên demokratîk, piştgirî bê dayîn. Turk diyar kir ku di vê mijarê de rewşembîrên tirkiyeyê, saziyên civakî yên sivîl û hikumet xwedîberpirsyarî ne. Turk got ku piştî vê astê, dê kişandina hêzên çekdar a derveyî sînor jî bê rojevê. Turk da zanîn ku di serdema nû de jî dê bikevin serdemeke dîrokî ya ku dê bibe sedema bêçekbûna PKK’ê, destpê bike. Turk, bernameya ku DTP'ê anî rojevê ya aştî û demokrasiyê ku ji 3 astan pêk tê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ji demên borî zêdetir aqlêselîmî hebe.

Piştî axaftina Turk, Hunermend Edîp Akbayram û Koma Çar Newa derketin ser dikê û konser da. Girseyê jî li ber stranan govend girt. Gel hêdî hêdî ji qadê vediqete.

Azadîya Welat

Montag, März 20, 2006

Malbatên Şehîdan li Helebçe beyanek bi kar anîn li ser şewtandina Monomenta Şehîdan

Malbatên Şehîdan li Helebçe beyanek bi kar anîn li ser şewtandina Monomenta Şehîdan
Nivîskar: rizgarionline Di: 18.03.2006 Sehet: 20:43
Ji aliyê rizgarionline

Malbatên şehîdên jenosîda helebce biryarek anîne der, wisa têde hat : "Em we ku malbatên şehîdan dibijên kîmyabaran birîneke kûr di dilêmede hişt ya ku sala 1988`an de bû li bi şewtandina momoment ew birîn kûrtirbû, raste ku ew monument wêneyên şehîdan têde heya lê ew simboleke gellekî mezina û dirajê pir nameyan û nerîniyan ji bo kurd û Kurdistan û hemû welatên cîhanê û ew kesên ên ku biwî karî rabûn xem û diltengî bi sermede anîn û em piştgiriya gelê bajarê xwe dikin û dengên xwe bi wan didin ji bo doznameya wan lê em dijî xwepêşandanên ên ku zirariyê binê ser gel, bajar û nasnamiya me".

Her wuha malbatên şehîdan dan xwiyakirin ku ermanca wan bikaranîna doznameya wane
Pukmedia,18/3/2006

Montag, März 13, 2006

Şehîdên Qamişloyê tê bîranîn

Şehîdên Qamişloyê tê bîranîn: Rojavayê kurdistanê 5deqeyan bê deng ma bo şehîdên xwe...
Nivîskar: rizgarionline Di: 12.03.2006 Sehet: 17:35
Ji aliyê rizgarionline

Qamişlo/12-3-2006-Îroj li sernaserî bajarên rojavayê kurdistanê gelê kurd 5 deqeyan bo rêzgirtina canê şehîdên 12ê avdarê bê deng rawestiyan li kolanan ji seet11ta 11:30 û rê birîn , li Qamişlo bi hezarên jin, xort, zarok û ixityar rê qutkirin û piştre bi lîrandin û çepkan ev çalakî bi dawî anîn, herweha xwendekarên kurd li zanîngehên Şam, Heleb û Laziqiyê, li Şamê sê Kurd hatin girtin dema ew 5 deqeyan bê deng rawestiyan cihê xwe.

keskesor.info

Li Silêmanî bîranîna şehîdên Qamişlo û Hesekê

Di duyemîn salevegerê de kesên ku di rudanên Qamişlo û Hesekê de şehîd bûn li Silêmanî jî tên bi bîranîn. Bernameya bîranînê ya ku ji alî hind partî û rêxistinên rojavayê Kurdistan ve hat li darxistin de beşdariyek xurt a xwendekarên Zanîngeha Silêmanî û Koye xwe li ber çavan dida.
Bernameya ku bi helbest xwendin û stran gotina helbestkar û hunermendan destpê kir bi fîlmê dokumenterî yê ku di wan rûdanan de şehîdkirin û zindankirina gellek kurdên şoreşger nîşan dide, berdewam kir.
Bername bi axaftinên ji bîrnekirin û dozşopandina şehîdên rûdanan bi dawî bû.
PUKmedia

Bi hezaran Kurd niha li Qamişloyê Serhildana 12ê Adarê bi bîr tînin
Qamişlo- Dora 20 hezar Kurd niha li goristana Qudur Beg li Qamişloyê duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê û Şehîdên wê bi bîr tînin. Bi navê malbata Şehîdan axavtienk hate pêşkêşkirin. Cemawerên beşdar hejmareke mezin ji dirûşiman bilind kirine, li ser wan rexneyan li rêjîmê dikin. Herweha wêneyên Şehîdan û di nav wan de yê Şêx Meeşuqê Xeznewî hatine bilindkirin. Nûnerên partiyên amadekar (Hesen Salih, Beşar Emîn û Mişeel Temo) û rêxistina Civata Sîvîl li Suriyê axavtinên xwe pêşkêş dikin. Naveroka hemî axavtinan nêzîkî hev e û tevde bi zimanê erebî ne. Axavtin bi çepên germ ji aliyê cemaweran ve têne birîn. Tevliheviyek pir mezin heye. Ta niha ti problêmên ewlekarî çênebûne. Hêzên ewlekariyê li kolanên bajêr tije ne. Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê, Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê û Partiya Azadî ya Kurd li Suriyê bangî vê çalakiyê kiribû.
amude.com

Li Kurdistana binxetê kurdan 12-ê adarê bi bîr anî
12/3 2006 — Kurdên Kurdistana binxetê îro li hemî bajarên xwe û li paytexta Sûriyeyê Şamê bûyerên 12-ê adara 2004-ê bi katîvîteyên cida bi bîr anî û seet 11.00-ê kurd pênc deqîqeyan bêdeng rawestiyan da nerazîbûna xwe li hemberî dewleta Sûriyeyê û zordariya wê ya li ser miletê kurd diyar bikin.
Grupeka kurd dor 500 kesan li Şamê xwenîşandanek li ber deriyê avahiya kabîneya wezîran pêkanî û malpera amude.com radiguhîne ko sê kes bi navê wê grupê derbasî hundirê avahiya kabîneya wezîran bûne da daxwazên xwe pêşkêş bikin. Hersê kes jî ev in: Smeîl Emo, Xeyredîn Murad û Ezîz Dawê.

Li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê û Hewlêrê jî duh û îro bûyerên 12-ê adarê hatin bi bîr anîn û kurdên başûr jî piştgiriya xwe bo brayên xwe yên Kurdistana binxetê nîşan da.
nefel

Li Qamişlo xortekî kurd hate binçav kirin

Nivîskar: rizgarionline Di: 11.03.2006 Sehet: 13:16
Ji aliyê rizgarionline

Xortê kurd yê bi navê Brehim Mihemed Elî ku bi mibesta xwendinê hatibû Silemaniyê û ser negirtibû, di dema vegerîna Sûrî de li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê navê xwe di lîsteya asayişê de dibîne û digel ku peseporta wî fermî bû jî, her li wir, ji layê asayişa Sûrî ve dihête girtin. Hate zanîn ku asayişa sûrî, ji bo seredana beşê siyasî yê ewlekariya sûrî ew agadar kiriye.

Hêjayî gotinêye ku ev serê sê rojan e Brahîm Elî li asayişa sûrî desteser e.

Komîteya mafê mirovan diltengiya xwe danîşandan

Ji layekî din ve komîteya kurdî ya mafê mirovan, derberî buyerê de diltengiya xwe bi tundî danîşandan û ev kirinên namirovane û neyasayî derbarî welatiyên sûrî û bi taybetî derbarî kurdan de dihêne rûdan, bi şêweyekî tund anî zimên û daxwaz kir ku; heger nadurustiyek yasayî ya kesê navbirî hebe, bila dadgeriya wî li ser bingehek fermî, li dadgehek taybet bihête kirin.
PUKmedia

Sonntag, März 12, 2006

Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e

Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e


Wezareta Derve ya Amerîkayê, rapora xwe ya derbarê îhlalkirina Mafên Mirovan de ya salane eşkere kir û di vê rapora xwe de cî da îhlalkirina mafên mirovan yên li Tirkiyeyê jî. Li gor ku ji medyaya Tirkiyeyê hatiye wergirtin, Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirs û pirsgirêkên di derbarê îhlalkirina mafên mirovan de her berdewam in.


Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ji Washington ragihandiye; Li Tirkiyeyê di warên fealiyetên siyasî de hin rêlêbirîn hene, Îşkence û lêdan dom dike û pirsgirêkên wek girtin û binçankirina dirêj ya beriya hukumlêbirînê dom dike. Di raporê de pirs û pirsgirêkên din yên wek azadiya fikir û raman, ya medyayê, ya civîn, damezrandina komeleyan, azadiya olî, pêkanîna şîdeta li dijî jinan û kêmkirina mafên karkeran, hatine rêzkirin.


“Sansora li dijî rojnamevan û medyayê berdewm e”


Herweha di raporê de hatiye diyarkirin ku herçiqas li Tirkiyeyê Îşkence, bi qanûnî hatibe qedexekirin jî, lê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve Îşkence û lêdan tê kirin.

Li gor rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê; şert û şurtên zindanên Tirkiyeyê xirabin û mesrefên ku ji bo têkûzkirina zindanan tê veqetandin kêm e. Herweha di raporê de hatiye diyarkirin ku sansora li dijî rojnamevan û medyayê jî, berdewm e.



Azadîya Welat

Freitag, März 10, 2006

Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin

Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin


Mitînga ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê hate lidarxistin, bi konsera hunermenda kurd a jin Şehrîbana Kurdî bi dawî bû. Şehrîban piştî konserê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.


Polîsan di dawiya mitîngê de Şehrîban Kurdî binçav kir. Tê texmînkirin ku sedema binçavkirina Şehrîbana Kurdî, strîna stranên qedexe ye. Li aliyê di dema belavbûna girseyê de alozî derket. Bi sedan kesên ku ber bi Baglar û Ofîsê belav dibûn, dirûşm berz kirin. Li hemberî vê yekê polîsan tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Girse bê bûyer belav bû.

http://www.welat.com/

Dienstag, März 07, 2006

Duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê

Duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê:
Partiyên kurdî berê Kurdan didin Şam, Qamişlo û Efrînê



amude.com


"Kuştareke xwîndar derheqê Kurdên sîvîl"
QAMIŞLO (amude.com) - Di duyemîn salvegera serhildana Kurdistana Suriyê ("Serhildana Qamişloyê") de, partiyên kurdî li Suriyê dê roja 12ê vê mehê li Qamişlo, Efrîn û Şamê çalakiyên rêzgirtin û protestoyê li dar xînin. Partiyên Enî û Hevbediya Demoqrata Kurd li Suriyê û bi wa re du partiyên dî wê berê xwe bidin avahiya encumena wezîran li Şamê û li wê derê seetekê protesto bikin. Partiya Yekîtî û Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê dê bi hev re li goristanên li Qamişlo û Efrînê li ser gorên şehîdan kom bibin. Partiya Azadî ta niha deng ji xwe neaniye û ne diyar e bê ewê çi bike.

"Şermezarkirina fitnê û berpirsyarên wê"

Di daxuyanieke xwe de, Eniya Demoqrata Kurd li Suriyê, Hevbediya Demoqrata Kurd li Suriyê, Rêkeftina Demoqrat a Kurd li Suriyê (hevalên PKK ên berê) û Partiya Demoqrat a Kurd li Suriyê Serhildana Qamişloyê di 12.03.2004ê de wekî "bûyer" bi nav dikin, ku "aliyê şovînî" di rêya wan re leystika fotbolê ya di navbera Cîhad û Fitiwê de "bi kar bîne", da ku "agirê fitnê gur bike" bi armanca "terorkirina cemawerên gelê me yê kurdî. Partiyan diyar kir, ku ewê "ji bo şermezarkirina wê fitnê, rêzgirtina goriyên wê û piştgiriya têkoşîna gelê me yê kurd li dijî sedemên wê [fitnê] û mualecekirina encamên wê û cezakirina kesên berpirsyar ên ku ew pêk anî", ew bangî "gelê me yê kurd" û "hêzên niştimanî û demoqrat li Suriyê" dikin, ku roja 12ê adarê ji seet 11.00 ta 11.05 pênc deqeyan bêdeng rawestin. Ew herweha bang dikin, ku di heman rojê de ji seet 11.00 ta 12.00 li pêşiya avahiya encumena wezîran Suriyê li Şamê, da ku "çewisandinên ji aliyê rêjîmê ve bêne şermezarkirin, û berpirsyariya wê di teqandina wan bûyeran de bête piştrastkirin, û goriyên wê bêne tewîdkirin û berpirsyarên wê bêne cezakirin".

"Kuştarek xwîndar derheqê Kurdên sîvîl"

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê û Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê daxuyaniyek belav kir, tê de rêjîma Suriyê bi pêkanîna "kuştareke xwîndar derheqê Kurdên sîvîl" di 12ê adara 2004ê de gunehkar kir. Wan herweha eşkere kir, ku tevî derbasbûna du salan di ser "cerîmeyên kuştina kesên sîvîl bi fîşekên zindî yên qedexekirî, şehîdketina gelek ji ciwanan li jêr işkencekirinan di jêrzemînên dezgehên ewlekariyê de, û hinên din ku di pêkanîna xidmeta leşkerî de tenê ji ber sedemên nijadperestî rastî lêdan û kuştinê hatin, û herweha talankirina dikanên Kurdan li parêzgeha Cezîrê, rêjîmê siyaseta xwe ya çewisandinê li dijî gelê me yê kurd berdewam dike û ta niha berpirsyarên wan cerîmeyan jî ceza nekirine, û ziyanê tikes tewîd nekirine, û hîn jî 11 ciwan di zindanan de ne".

Mûm, bêdengî, senmînar û festîval

Bi helkefta duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê, Yekîtî û Şepêla Pêşerojê, ku vê rojê wekî "Roja Şehîdê Kurd" bi nav dikin, diyar kir, ku "vejandina salvegera Serhildana Adarê erkek niştimanî û mirovane ye, [...] û gerek es di mistewa bûyerê de be û mezinbûna gorîdayina tê de derbirîne". Ji ber vê yekê ew bangî "cemawerên gelê me û tevaya hêzên siyasî yên kurdî û niştimanî li Suriyê" dikin, ku beşdarî van çalakiyan bibin:

"1. Rawestandina pênc deqeyan ji bo rêzgirtina giyanê Şehîdan li ser resîfên kolanan, seet 11.00;
2. Danîna gulan li ser gorên şehîdan;
3. Pêxistina mûmiyan li pêşiya deriyên malan roja 11ê adarê bi şev;
4. Pêkanînên semînarên siyasî, wêjeyê û yên helbestan li seranserî navçeyan;
5. Kombûna li cem goristana Şehîdan li taxa Qudurbek li Qamişloyê (seet 15.00), û li goristana Qort Qolaq li navçeya Efrînê, Çiyayê Kurmênc, û pêkanîna festîvaleke gotinan ji bo dozkirina cezakirina berpirsyarên cerîmeyên kuştin û talankirinê, tewîdkirina kesên ku ziyan dîtin, serbestberdana hemî girtiyên kurd û peydakirina çareseriyeke demoqratyane ji bo Doza Kurdî li Suriyê."

Yekîtî û Şepêla Pêşerojê di daxuyaniya xwe de, bangî Kurdan kir, ku bi şêweyekî organîzekirî beşdarî van çalakiyan bibin û "bi temamî dûrî zordariyê" bikevin.

Azadî: An em an Şepêla Pêşerojê

Hêjayî gotinê ye, ku Partiya Azadî ya Kurd li Suriyê hîn ti daxuyanî li ser salvegera 12ê Adarê belav nekiriye. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistine, ji bo pêkanîna çalakiyan ligel Partiya Yekîtî wê li ser Yekîtî şert kiribû, ku ew bi Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê re ti çalakiyan pêk neyne. Yekîtî ev daxwaz qebul nekir û daxuyaniya xwe bi Şepêla Pêşeroja re derxist. Berî niha, Azadî, Yekîtî û vê dawiyê jî Şepêla Pêşerojê çend çalakiyên hevbeş pêk anîn. Ne diyar e bê Azadî çima helwestek li dij Şepêla Pêşerojê nîşan daye.

Yekîtî: Bila şerê me nekin

Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtî diyar kir, ku wê ji partiyên di Enî û Hevnediyê de xwestiye, ku ger ew bi wan re li Qamişloyê çalakiyan pêk neynin, "bela şerê me jî nekin". Piştî xwepêşandana di 05.06.2005ê de, ku Yekîtî, Azadî û Şepêla Pêşerojê pê rabûbûn, partiyên Enî û Hevnediyê êrîşî wan kir û ew wekî berpirsyarên talankirinên li Qamişloyê ji aliyê rêjîm û Ereban ve û herweha girtina komek ji Kurdan bi nav kirin.
http://www.rojname.com

Karikatora Hefteyî

Karikatora Hefteyî/ Xwedîyê Benzînxanê
Amir Ubed

http://www.rizgari.com/

Montag, März 06, 2006

Belgium seeks clarification on Turkish death squad operation

KurdishMedia.com - By Vladimir van Wilgenburg | 3/6/2006
Geert Bourgeois

The Belgian minister of Foreign Affairs, Geert Bourgeois (N-VA) demanded clarification of the Turkish ambassador in Brussels in a letter about the murder of the parents of Derwich Ferho, the chairmen of the Kurdish Institute in Brussels. According to Derwich, the Turkish state is behind the murder. “In this way there will be no democracy in Turkey,” the saddened Chairman said.

”Thursday they were killed in a horrible way in their village in Kurdistan,” says Ferho. “Earlier they were threatened, because of the activities of my brother and me in Belgium.”

The aged parents Ferho (85) and Fatim (81) Akgül were found Friday by a shepherd in the village Mizizah, close to the Syrian border. “My father was sick and bedridden” tells Derwich Ferho (44). “He was killed in his bed and his ribs were broken. My mother must have resisted, because her throat was cut and she had many wounds inflicted by stabbing.”

The murder took place on Thursday evening, after their nephew left the house at 21.30. “My parents were threatened several times last month” says Ferho. “People were saying: your sons must be wiser”.

Derwich Ferho has lived in Belgium for more than 28 years. He is recognised as a political refugee and heads the Kurdish institute. His brother Medeni works for Roj TV.

”The army knows more”


Ferho (85) en Fatim (81) Akgül were killed in mysterious circumstances.

According to Derwich there is no doubt that the Turkish state is behind the murder. “In Kurdistan the contra-guerilla is operating under the Turkish minister of Interior Affairs and has ties with the Secret Service called MIT. These are the same death squads, which committed a lot of assassinations in the nineties”.

”Turkey have been more moderate recently, but now it looks like the hunt is opened again, also on aged people!”

According to Ferho the murderers were assisted by Kurdish village guards - a tough Kurdish militia - paid and maintained by the Turkish government.
“They didn't break into the house, because the door showed no trace of violence. My mother only opens for Kurdish speaking people for safety.”

“In the village nobody saw anything. The house of my parents was very remote. There are four hundred houses in the village, but 380 of them are empty. Most of the inhabitants fled a long time ago.”

According to Ferho the army knows more. “They asked for the licence plate of a car that was parked near my parent’s house. This while none of the villagers saw a car, apparently the army knows more. My parents were buried quickly, on the advice of a military commander. There was no real investigation”.

”No democracy possible”

The Belgian parties N-VA and Groen demanded that Turkey seriously investigates the murder case. According to European parliament member Bart Staes (Groen!) there can be no trust into the Eu-Turkey membership negotiations with these kinds of operations.

“I want a clarification on this case. If this is a form of state terror, then it’s very important” declared the Belgian Minister Bourgeois on the radio.

”Turkey wants to become member of the European Union. If it’s revealed that there is a gross violation of human rights, that’s very important for settling the Turkish accession” said Bourgeois.

Ferho hopes that the Belgian minister of Foreign Affairs demands that his Turkish colleague Abdullah Gül at least insists that there is going to be an investigation and that he demands that Turkey stops with death squads and assassinations. “It’s not only about my parents. In the last weeks there were dozen of people killed in Kurdistan. In this way there will be neither peace nor democracy in Turkey”.


http://www.kurdmedia.com/

Sonntag, März 05, 2006

BÊ ŞÎROVE...

BÊ ŞÎROVE...




Wêne: Turgay SUSEM/ DÎHA