Dienstag, April 11, 2006

Kanaleka kurdî ya 24 saet nûçeyan


Weşandin:10/4/2006 saet 22:32

Zonoozî diyar kir, ku wan bi alîkariya "dewlemendên kurd û reklaman" 35 milyon euro (42.65 milyon dollar) bi dest xistiye. Wî got ku hikumeta danmarkî destura kanala nû daye.


Xwediyên Roj tv dixwazin kanaleka nû ya nûçeyan vekin. Berpirsyarê Roj tv Manouchehr Tahsili Zonoozî ji Reutersê re got ku ew xwe ji bo vekirina kanaleka televizyonê ya nûçeyan a 24 seetan amade dikin.

Zonoozî diyar kir, ku wan bi alîkariya "dewlemendên kurd û reklaman" 35 milyon euro (42.65 milyon dollar) bi dest xistiye. Wî got ku hikumeta danmarkî destura kanala nû daye, lê ew li bende ye, ku pereyine bêtir bêne peydakirin.

Roj tv wek kanala PKK tê naskirin. Ev demeka dirêj e ku ew rastî êrîşên ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve tê. Tirk Roj tv bi gurrkirina rûdanên dawî li çend bajarên Kurdistana Tirkiyeyê gunehkar dike û doza girtina wê dike.

Amadekar:mc
Çavkanî :
amude http://www.netkurd.org/nuce.asp?id=1510

Keine Kommentare: