Samstag, April 15, 2006

Neh sal zindan ji bo Kurdekî ku xuşka xwe kuştibû




amude.com


Xatun Sûrûcû (wêne: ddp)
BERLÎN (dpa/amude.com) - Dadgeheke li Berlînê neh sal û sê meh zindan li Kurdekî 20 salî birîn, ku di şibata 2005ê de xuşka xwe kuştibû. Ayhan Sûrûcû li gorî cezaya ciwanan hate dadgehkirin. Du birayên wî yên dî serbest hatin berdan. Dadgehê nekarî teqez bike, ku destên wan di kuştinê de hebû. Dadgehê biryar da, ku birayê biçûk di kuştina xuşka xwe Xatun Sûrûcû (23) de sucdar e. Dozege ji bo hersê biraderan ceza xwest, lê dadgehê daxwaza wî nepejirand. Xatun Sûrûcû di 07.02.2005ê de di orta Berlînê de bi sê guleyên di serî de hate kuştin. Li gorî dadgehê, Sûrûcû ji ber şêweyê jiyana wê ya rojavayî hate kuştin. Kuştina wê bû sedema guftûgoyên berfireh li Elmanyayê.

Piştî kuştina Xatun Sûrûcû bi çend rojan, sê birayên wê hatin girtin. Polîsan îdîa dikir ku wan xuşka xwe kuştiye, da ku "namusa malbatê biparêzin". Birayê biçûk, ku di dema kuştina xuşka wan de 18 salî bû, di destpêka dadgehkirinê de got, ku wî xuşka xwe kuştiye û ti kesî alîkariya wî nekiriye. Herdu birayên wî piştî 18 mehan serbest hatin berdan.

Xatun Sûrûcû li Elmanyayê mezin bûbû. Li gorî agahiyên dozger, ew di sala 1998ê de hatibû mecburkirin ku li Tirkiyê mirovekî xwe bizewice. Piştî ku di gulana 1999ê de li Berlînê zarok jê re çêbû, wê nema xwest ku vegere Tirkiyê. Piştî şeş mehan, ew ji mala bavê xwe derket û dest bi xwendina karê elektroteknîkê kir. Di vê demê de, wê hevaltiya mêrekî elman kir. Malbatek biyanî niha kurê wê Can xwedî dike.
Çavkanî: http://www.amude.com/

Keine Kommentare: