Dienstag, April 18, 2006

Li Îranê di salekê de 182 kes hatin îdamkirin


Weşandin:17/4/2006 saet 15:56

Zêrevanên mafê mirovan didin zanîn ku piştî hatina ser kar a Mehmûd Ahmedînejad, hejmara kesên ku tên îdamkirin gihîştiye bilindtirîn astê.


Tevî hemû zext û givaşên navneteweyî û nerazîbûna Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî, hejmara kesên ku li Îranê tên daliqandin, sal bi sale zêdetir dibe.

Ji meha adara 2005’an heya niha 182 kes li Îranê hatine sêdaredan.

Zêrevanên mafê mirovan didin zanîn ku piştî hatina ser kar a Mehmûd Ahmedînejad, hejmara kesên ku tên îdamkirin gihîştiye bilindtirîn astê.

Di vê derbarê de Rêxistina Efûya Navneteweyî û Rêxistina Maf Mirovan nerazîbûna xwe li hember jêhelçûna qasê daliqandinê di vî welêtê de diyar kir û da zanîn ku di nava wan 182 kesan de 5 kesên di bin 18 saliyê re tên berçav.

Her wiha li deverên rojhilatê Kurdistanê, pêvajoya daliqandina welatiyên kurd zêdetir bûne. Îdama girtiyên kurd jî ber xebat û ramana wan ya siyasî û neteweyî vedigere.

hêjayî gotinê ye ku niha ji bo 19 kesên din biryara hatiye derxistin.

Amadekar:mc
Çavkanî :
Agirî/37

Keine Kommentare: