Montag, Mai 15, 2006

Artêşa tirk êrîşî ser kurdên anadoliya navîn kir

Weşandin:15/5/2006 saet 10:36

Gundê Cihanbeyliya Konyayê, Xelîkan, ev du roj in ku ji aliyê leşkerên tirkan ve hatiye rapêçandin.


Gundê Cihanbeyliya Konyayê, Xelîkan, ev du roj in ku ji aliyê leşkerên tirkan ve hatiye rapêçandin.

Buyera li Xelikanê, ji ber sedema şîna ku ji bo gerilayê PKKyê Erkan Yalçın ku di operasyona 11ê gulanê de li çiyayê Gabarê jiyana xwe ji dest dabû, bû.

Tê ragihandin ku ciwanên gund ji bo kuştina Erkan Yalçınî protesto bikin li qada gund civiyan û slogan avêtin. Piştî vê meşê jî ciwanan êrîşî avahiya şarederiya gund kir û peykerê Ataturk şikand.

Li ser van kiryarên ciwanên gund, leşkerên tirk êrîşî gund kir. Dora gund rapeçand, nehîştin tu kes derkeve derve û hin ciwan jî ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin.

Her çiqas salmezinên gund daxwaz ji leşkeran kir ku ew ciwanan berdin jî, lê leşkeran daxwaza gundiyan ret kir.

Ji aliyê din ve malbata Erkan Yalçınî ji bo ku termê Erkan Yalçın bigre çû herêmê.

Amadekar:Mehdi Cilgin
Çavkanî :
ANF http://www.netkurd.org/nuce.asp?id=1950

Keine Kommentare: