| Şer dewam dike, tanqên eskerîyê li hundirê bajêr in | ||||
| |
Li Dîyarbekirê vê sibehê li hin taxan şerê navbera polîs, esker û ciwanan ji nû va dest pê kir. Bilançoya roja berê jî giran derket: 100 birîndar, 95 girtî û bi dehan dikanên şewitandî. | |||
Çavkanî :Netkurd | ||||
Freitag, März 31, 2006
Şer li Dîyarvekir dewam dike
Şer derbasî kolanên Batmanê bû (video)
Sonntag, März 26, 2006
Li Colemêrgê polîsan gel gulebaran kirin: 5 kes birîndar e
Nivîskar: rizgarionline Di: 24.03.2006 Sehet: 23:28
Ji aliyê rizgarionline
Li gorî agahiyan, birîndaran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Culemêrgê. Hêj jî gengaşî li navenda Colemêrgê dom dike û ragihand ku ji hêla Tîmên Taybet û polîsan ve hemû kûçe hatine girtin.
Cavkanî: Ajansên cûda
Mittwoch, März 22, 2006
Li Amedê Pîrozbahîya Newroz a 2006
| Li Amedê bi sedhezaran peyama 'Ocalan vîna min a siyasî ye' da |
| Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Newroz, çalakiya pîroz a gelê kurd a li hemberî hêzên ku dixwazin hebûna kurdan tune bikin e. Ocalan got ku ev çalakiya pîroz, a azadî û berxwedanê ye û wiha dom kir: "Divê pêvajoya aştî û biratiyê ya ku me li Îmraliyê daye destpêkirin jî, wek hewldanek ji bo bicihanîna daxwaza gelê me ya aştî û azadiyê bê dîtin." Ocalan: Ji bo aştiyê hê jî şansek heye 'Ji bo bêçekbûnê çi ji destê min bê ezê bikim' Ocalan, destnîşan kir ku ji bo çareseriyek aştiyane, divê efuyek giştî bê îlankirin, mercên ji bo siyaseta di qada legal de bêne afirandin û mafên çandî bêne nasîn û bi makezagonê bêne misogerkirin. Ocalan, wiha dom kir: "Ger ku ev herdu hêman bêne misogerkirin, ji bo bêçekbûnê çi ji destê me bê em amade ne ku bicih bînin. Ez jî wekî heta, ji bo biratiyê çi bikeve ser milê min ezê dîsa bikim. Nêzîkahiyek din, dê rageşî, şîdet û pevçûnê derxîne holê." Ocalan got ku ew şer naxwaze û dixwaze ku pêşî li ber şerê dê 50 salan dom bike, bigire bang li hemû derdorên bihîstiyar kir ku ji bo pêşveçûna aştî û çareseriya demokratîk têbikoşin. Ocalan bang li gel jî kir û xwest ku bi Newrozê re têkoşîna aştî û demokrasiyê hîn zêdetir bike. Uca daxwaza efûya giştî kir Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca jî bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku daxwazên kurdan bi efûyek giştî dikare bên pêşwazî kirin. Uca, destnîşan kir ku hîn jî bêhna xwînê, dengên tang, top tên û dayîk digirîn û wiha berdewam kir: "Em naxwazin ku leşker û gerîla bimirin. Em aştiyê dixwazin." Piştî Uca Serokê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul axivî û got divê çek bêne bêdengkirin û Tirkiyeyek ku kurd karibin nasnameya xwe îfade bikin bê avakirin. 'Birêz Ocalan rastiyek vî welatî ye nayê redkirin' Piştî Tombul, Endama Komîteya Teşebûsa Referandûma 'Abdullah Ocalan li Kurdistanê Vîna Siyasî ye' Nesrîn Denîz jî axaftinek kir. Denîz diyar kir ku tê xwestin ku kurd ji daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê vegerin û hêzên xwe yên birêxistin vegerin. Denîz destînaş kir ku qebûlkirina îradeya kurdan, ancax bi pêşwazîkirina daxwazan mumkun e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lêgerînên ji bilî vê, neçareserî û zora bêrûmetkirinê ye. Ne mumkun e kurdên bedelê mezin dane û di vê rê de êşên mezin kişanidine, vê yekê qebûl bikin." Denîz da zanîn ku di xebatên referandumê de 2 milyon îmze hatine komkirin û wiha dom kir: "Ev yek muhatabê aştî û çareseriyê nîşanî cîhanê dide. Tê xwestin ku kesên ku ji ber pirsgirêka kurd bedelên herî mezin dane, li derve bên girtin, rêberên sexte bên derxistin, rêxistinên sexte bên avakirin û lêgerînên bê çareserî û polîtîkayên înkar û îmhayê bên domandin. Divê bê zanîn ku ev hewldan berdemawa komploya navneteweyî ku 7 sal berê li dijî hêvî, daxwazên jiyanek bi rûmet pêk hatiye ye. Em li vir carek din di qîrin. Birêz Ocalan rastiya vî welatî ye û nayê redkirin. Heta ev realîte neyê dîtin çararesî nayê." Denîz di dema axaftina pirsa "Hûn Birêz Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl dikin?" kir. Girseyê jî bi yek dengî bersiva "Erê" da. Denîz heman pirs 3 caran dubare kir û heman bersiv girt. Axaftina Denîz bi diruşma "Bijî Serok Apo" hate birîn. 'Amed vegeriya çiqê zeytunê' Piştî Denîz Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr ku dibin eleqeyek mezin de axaftina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku gelê Amed vegeriyaye çiqê zeytunê û û salên borî zêdetir bûye. Baydemîr got ku ew cesareta xwe ji gel digirin û wiha berdewam kir: "Hîn jî destê aştiyê nehatiye girtin. Lê bila her kes zanibe ku di pêşvebirina demokrasiyê de çiqas pêngav bên avêtin ev dê bi saya we be." Ahmet Turk: Divê şîdet ji jiyana siyasî derkeve
Turk, destnîşan kir ku hikûmetê Lijneya Bilind a Têkoşîna bi Terorê re xistiye faaliyetê, bi vê helwestê jî tercîhên ku salên 1990'an bibîr dixînin kiriye û wiha pê de çû: "Daxwazên kurdan, wekî ku tê xwestin bê nîşandan, ji bo yekîtiya axa Tirkiyeyê û dewletê tehdît nîn in. Kurd vê pirsgirêkê, di şertên Tirkiyeyê de wekî pirsgirêka demokrasiyê dibînin û di wê baweriyê de ne ku demokrasiyek ku hemû kes dikare xwe îfade bike, mafên xwe yên demokratîk û çandî bikar bîne, dê pirsgirêka kurd çareser bike." 'Divê kurdî bibe zimanê fermî' Turk, daxuyand ku divê kurdî ne tenê di jiyana taybet de, her wiha di jiyana cemaweriyê de jî, wekî zimanekî perwerdehiyê bê qebûlkirin û kurdî jî bi zimanê tirkî re bibe zimanê fermî. Turk ku bang li rayedaran kir da ku zagona partiyên siyasî jî ji nû ve sererast bikin, derbirîn ku ji bo pêjdebirinia aştiya civakî û demokrasiyê, efûyek giştî ya siyasî mecbûrî ye. 'Divê Tirkiye paşeroja xwe bibîne' Ahmet Turk, diyar kir ku divê civaka Tirkiyeyê paşeroja xwe bibîne, hesabê ji vê paşerojê bipirse bîne, birêxistinbûnên wekî Komîsyona Lêkolîna Rastiyan nîqaş bike û wiha got: "Hemû kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, mirovên me ne. Cenazeyên ku li çar aliyên welatê me têne rakirin, di nav mirovên me de rê li ber tahrîbatên ku çareseriya wan ne mumkun e, vedikin. Her wiha ev kîn şovenîzmê di nava civakê de bi hêz dike." 'Divê operasyonên leşkerî bên rawestandin' Turk, destnîşan kir ku daxwaza bêdengkirina çekan pevçûnan bi tevahî ji holê ranake û wiha dom kir: "Ji bo vê yekê em dixwazin ku hikumet van operasyonên leşkerî yên li herêmê rawestîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê Fermandariya Giştî jî gavên ku ji aliyê hikumetê ve di vê mijarê de bêne avêtin, bipejirîne."
Piştî axaftina Turk, Hunermend Edîp Akbayram û Koma Çar Newa derketin ser dikê û konser da. Girseyê jî li ber stranan govend girt. Gel hêdî hêdî ji qadê vediqete. Azadîya Welat |
Montag, März 20, 2006
Malbatên Şehîdan li Helebçe beyanek bi kar anîn li ser şewtandina Monomenta Şehîdan
Nivîskar: rizgarionline Di: 18.03.2006 Sehet: 20:43
Ji aliyê rizgarionline
Montag, März 13, 2006
Şehîdên Qamişloyê tê bîranîn
Nivîskar: rizgarionline Di: 12.03.2006 Sehet: 17:35
Ji aliyê rizgarionline
Li başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê û Hewlêrê jî duh û îro bûyerên 12-ê adarê hatin bi bîr anîn û kurdên başûr jî piştgiriya xwe bo brayên xwe yên Kurdistana binxetê nîşan da.
Li Qamişlo xortekî kurd hate binçav kirin
Ji aliyê rizgarionline
Sonntag, März 12, 2006
Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e
| Amerîka: Li Tirkiyeyê îşkence berdewam e | |
| |
| Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ji Washington ragihandiye; Li Tirkiyeyê di warên fealiyetên siyasî de hin rêlêbirîn hene, Îşkence û lêdan dom dike û pirsgirêkên wek girtin û binçankirina dirêj ya beriya hukumlêbirînê dom dike. Di raporê de pirs û pirsgirêkên din yên wek azadiya fikir û raman, ya medyayê, ya civîn, damezrandina komeleyan, azadiya olî, pêkanîna şîdeta li dijî jinan û kêmkirina mafên karkeran, hatine rêzkirin.
|
Azadîya Welat
Freitag, März 10, 2006
Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin
| Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin |
| Polîsan di dawiya mitîngê de Şehrîban Kurdî binçav kir. Tê texmînkirin ku sedema binçavkirina Şehrîbana Kurdî, strîna stranên qedexe ye. Li aliyê di dema belavbûna girseyê de alozî derket. Bi sedan kesên ku ber bi Baglar û Ofîsê belav dibûn, dirûşm berz kirin. Li hemberî vê yekê polîsan tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Girse bê bûyer belav bû. |
http://www.welat.com/
Dienstag, März 07, 2006
Duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê
Partiyên kurdî berê Kurdan didin Şam, Qamişlo û Efrînê
| |
"Kuştareke xwîndar derheqê Kurdên sîvîl" |
"Şermezarkirina fitnê û berpirsyarên wê"
Di daxuyanieke xwe de, Eniya Demoqrata Kurd li Suriyê, Hevbediya Demoqrata Kurd li Suriyê, Rêkeftina Demoqrat a Kurd li Suriyê (hevalên PKK ên berê) û Partiya Demoqrat a Kurd li Suriyê Serhildana Qamişloyê di 12.03.2004ê de wekî "bûyer" bi nav dikin, ku "aliyê şovînî" di rêya wan re leystika fotbolê ya di navbera Cîhad û Fitiwê de "bi kar bîne", da ku "agirê fitnê gur bike" bi armanca "terorkirina cemawerên gelê me yê kurdî. Partiyan diyar kir, ku ewê "ji bo şermezarkirina wê fitnê, rêzgirtina goriyên wê û piştgiriya têkoşîna gelê me yê kurd li dijî sedemên wê [fitnê] û mualecekirina encamên wê û cezakirina kesên berpirsyar ên ku ew pêk anî", ew bangî "gelê me yê kurd" û "hêzên niştimanî û demoqrat li Suriyê" dikin, ku roja 12ê adarê ji seet 11.00 ta 11.05 pênc deqeyan bêdeng rawestin. Ew herweha bang dikin, ku di heman rojê de ji seet 11.00 ta 12.00 li pêşiya avahiya encumena wezîran Suriyê li Şamê, da ku "çewisandinên ji aliyê rêjîmê ve bêne şermezarkirin, û berpirsyariya wê di teqandina wan bûyeran de bête piştrastkirin, û goriyên wê bêne tewîdkirin û berpirsyarên wê bêne cezakirin".
"Kuştarek xwîndar derheqê Kurdên sîvîl"
Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê û Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê daxuyaniyek belav kir, tê de rêjîma Suriyê bi pêkanîna "kuştareke xwîndar derheqê Kurdên sîvîl" di 12ê adara 2004ê de gunehkar kir. Wan herweha eşkere kir, ku tevî derbasbûna du salan di ser "cerîmeyên kuştina kesên sîvîl bi fîşekên zindî yên qedexekirî, şehîdketina gelek ji ciwanan li jêr işkencekirinan di jêrzemînên dezgehên ewlekariyê de, û hinên din ku di pêkanîna xidmeta leşkerî de tenê ji ber sedemên nijadperestî rastî lêdan û kuştinê hatin, û herweha talankirina dikanên Kurdan li parêzgeha Cezîrê, rêjîmê siyaseta xwe ya çewisandinê li dijî gelê me yê kurd berdewam dike û ta niha berpirsyarên wan cerîmeyan jî ceza nekirine, û ziyanê tikes tewîd nekirine, û hîn jî 11 ciwan di zindanan de ne".
Mûm, bêdengî, senmînar û festîval
Bi helkefta duyemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê, Yekîtî û Şepêla Pêşerojê, ku vê rojê wekî "Roja Şehîdê Kurd" bi nav dikin, diyar kir, ku "vejandina salvegera Serhildana Adarê erkek niştimanî û mirovane ye, [...] û gerek es di mistewa bûyerê de be û mezinbûna gorîdayina tê de derbirîne". Ji ber vê yekê ew bangî "cemawerên gelê me û tevaya hêzên siyasî yên kurdî û niştimanî li Suriyê" dikin, ku beşdarî van çalakiyan bibin:
"1. Rawestandina pênc deqeyan ji bo rêzgirtina giyanê Şehîdan li ser resîfên kolanan, seet 11.00;
2. Danîna gulan li ser gorên şehîdan;
3. Pêxistina mûmiyan li pêşiya deriyên malan roja 11ê adarê bi şev;
4. Pêkanînên semînarên siyasî, wêjeyê û yên helbestan li seranserî navçeyan;
5. Kombûna li cem goristana Şehîdan li taxa Qudurbek li Qamişloyê (seet 15.00), û li goristana Qort Qolaq li navçeya Efrînê, Çiyayê Kurmênc, û pêkanîna festîvaleke gotinan ji bo dozkirina cezakirina berpirsyarên cerîmeyên kuştin û talankirinê, tewîdkirina kesên ku ziyan dîtin, serbestberdana hemî girtiyên kurd û peydakirina çareseriyeke demoqratyane ji bo Doza Kurdî li Suriyê."
Yekîtî û Şepêla Pêşerojê di daxuyaniya xwe de, bangî Kurdan kir, ku bi şêweyekî organîzekirî beşdarî van çalakiyan bibin û "bi temamî dûrî zordariyê" bikevin.
Azadî: An em an Şepêla Pêşerojê
Hêjayî gotinê ye, ku Partiya Azadî ya Kurd li Suriyê hîn ti daxuyanî li ser salvegera 12ê Adarê belav nekiriye. Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistine, ji bo pêkanîna çalakiyan ligel Partiya Yekîtî wê li ser Yekîtî şert kiribû, ku ew bi Şepêla Pêşeroja Kurdî li Suriyê re ti çalakiyan pêk neyne. Yekîtî ev daxwaz qebul nekir û daxuyaniya xwe bi Şepêla Pêşeroja re derxist. Berî niha, Azadî, Yekîtî û vê dawiyê jî Şepêla Pêşerojê çend çalakiyên hevbeş pêk anîn. Ne diyar e bê Azadî çima helwestek li dij Şepêla Pêşerojê nîşan daye.
Yekîtî: Bila şerê me nekin
Ji aliyê xwe ve, Partiya Yekîtî diyar kir, ku wê ji partiyên di Enî û Hevnediyê de xwestiye, ku ger ew bi wan re li Qamişloyê çalakiyan pêk neynin, "bela şerê me jî nekin". Piştî xwepêşandana di 05.06.2005ê de, ku Yekîtî, Azadî û Şepêla Pêşerojê pê rabûbûn, partiyên Enî û Hevnediyê êrîşî wan kir û ew wekî berpirsyarên talankirinên li Qamişloyê ji aliyê rêjîm û Ereban ve û herweha girtina komek ji Kurdan bi nav kirin.
http://www.rojname.com
Montag, März 06, 2006
Belgium seeks clarification on Turkish death squad operation
| KurdishMedia.com - By Vladimir van Wilgenburg | 3/6/2006 | |
| The Belgian minister of Foreign Affairs, Geert Bourgeois (N-VA) demanded clarification of the Turkish ambassador in Brussels in a letter about the murder of the parents of Derwich Ferho, the chairmen of the Kurdish Institute in Brussels. According to Derwich, the Turkish state is behind the murder. “In this way there will be no democracy in Turkey,” the saddened Chairman said. ”Thursday they were killed in a horrible way in their village in Kurdistan,” says Ferho. “Earlier they were threatened, because of the activities of my brother and me in Belgium.” The aged parents Ferho (85) and Fatim (81) Akgül were found Friday by a shepherd in the village Mizizah, close to the Syrian border. “My father was sick and bedridden” tells Derwich Ferho (44). “He was killed in his bed and his ribs were broken. My mother must have resisted, because her throat was cut and she had many wounds inflicted by stabbing.” The murder took place on Thursday evening, after their nephew left the house at 21.30. “My parents were threatened several times last month” says Ferho. “People were saying: your sons must be wiser”. Derwich Ferho has lived in Belgium for more than 28 years. He is recognised as a political refugee and heads the Kurdish institute. His brother Medeni works for Roj TV. ”The army knows more” Ferho (85) en Fatim (81) Akgül were killed in mysterious circumstances. According to Derwich there is no doubt that the Turkish state is behind the murder. “In Kurdistan the contra-guerilla is operating under the Turkish minister of Interior Affairs and has ties with the Secret Service called MIT. These are the same death squads, which committed a lot of assassinations in the nineties”. ”Turkey have been more moderate recently, but now it looks like the hunt is opened again, also on aged people!” According to Ferho the murderers were assisted by Kurdish village guards - a tough Kurdish militia - paid and maintained by the Turkish government. “They didn't break into the house, because the door showed no trace of violence. My mother only opens for Kurdish speaking people for safety.” “In the village nobody saw anything. The house of my parents was very remote. There are four hundred houses in the village, but 380 of them are empty. Most of the inhabitants fled a long time ago.” According to Ferho the army knows more. “They asked for the licence plate of a car that was parked near my parent’s house. This while none of the villagers saw a car, apparently the army knows more. My parents were buried quickly, on the advice of a military commander. There was no real investigation”. ”No democracy possible” The Belgian parties N-VA and Groen demanded that Turkey seriously investigates the murder case. According to European parliament member Bart Staes (Groen!) there can be no trust into the Eu-Turkey membership negotiations with these kinds of operations. “I want a clarification on this case. If this is a form of state terror, then it’s very important” declared the Belgian Minister Bourgeois on the radio. ”Turkey wants to become member of the European Union. If it’s revealed that there is a gross violation of human rights, that’s very important for settling the Turkish accession” said Bourgeois. Ferho hopes that the Belgian minister of Foreign Affairs demands that his Turkish colleague Abdullah Gül at least insists that there is going to be an investigation and that he demands that Turkey stops with death squads and assassinations. “It’s not only about my parents. In the last weeks there were dozen of people killed in Kurdistan. In this way there will be neither peace nor democracy in Turkey”. | |
http://www.kurdmedia.com/
Sonntag, März 05, 2006
Freitag, März 03, 2006
Mala Êzdiyan 11’emîn Kongreya xwe li dar xist
| Mala Êzdiyan 11’emîn Kongreya xwe li dar xist | |
| |
| 11’emîn Kongreya Mala Êzdiyan a Celle bi beşdariya 400 endaman pêk hat. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê û destnîşankirina dîwanê Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl axaftina vekirinê kir. Cemîl di axaftina xwe bal kişand ser rewşa Êzdiyên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û girîngiya yekgirtina di nava Êzdiyan de anî ziman. Serhan Cemîl diyar kir, ku li ser Êzdiyên li Dîasporayê dijîn lîstik tên lîstin û ev lîstik tenê bi xebateke xurt a hevgirtî dikarin vala werin derxistin. Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Serhan Cemîl da zanîn, ku dewleta Alman di dema dawî de dixwaze Êzdiyan paşve bişîne welatên jê hatine û wiha dewam kir; “Em jî dixwazin li ser axa xwe ya pîroz bijîn, lê belê divê beriya her tiştî mafên Êzdiyan ên Jiyanê, ên Olî werin misogerkirin. Gelo nasnameya kurdan li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Gelo ola Êzîdiya li Tirkiyeyê tê qabûlkirin? Na. Hêji kurdên êzîdî diçin sefaretên wan ê li Ewropa di nasnemên me da kesên bê ol tên naskirin. Başa welateki ku bikeve Yekitiya Ewropayê û di axaftinên xwe de basa reforman dike, lê civaka kurdên êzidî nasnakê emê. Çawa vegerin welatekî ku ola me nasnekê?” Endama Parlamena Ewropayê Feleknaz Uca jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re. Uca da zanîn, ku bi diyalogeke baş ew û Federasyona Komeleyên Êzdiyan dikarin projeyên berbiçav bixin pratîkê Uca wekî din diyar kir ku hin kes dixwazin Êzdî û Kurdan ji hev veqetînin û da zanîn, ku Êzdî Kurd in û mirov nikare wan ji hev veqetînin. Piştî peyamên Şêx, Pîr û rêxistinên cûr be cûr rapora xebatê ya rêveberiyê hate xwendin û guftugoyên tund ji bo xebata paşerojê hatin kirin. Di encama guftûgoyan de ji bo xebateke baştir bimeşîne rêveberiyeke ji 9 kes hat hilbijartin û ji bilî vê yekê 17 kes wê ji bo vê rêveberiyê bibe alîkar. Serokê Malê wê di civîna roja Înê de were destnîşankirin. |
http://www.azadiyawelat.com/
Ceferî destvala hat
Nivîskar: rizgarionline Di: 02.03.2006 Sehet: 02:09
Ji aliyê rizgarionline
Piştî daxuyaniya Mam Celal, nûnerê Yekîkiya Niştimanên Kurdistan(YNK) Behrûz Gelalî û ne jî nûnerê Partiya Demokratên Kurdistan(PDK) Omer Mîranî yên Tirkiye neçûn pêşwazîkirina Îbrahîm Ceferî.
Her wuha di nav şandeya ku bi Ceferî re çûn serlêdana Tirkiye de Cîgirê Serokwezîr Ahmed Çelebî, Wezîrê Ragihandinê Selam El-Malikî, Wezîrê Elektrîkê Muhsîn El-Şalaş, Cîgirê Wezîrê Karê Derve Hamid El-Bayatî û Wekîlê Tirkûmenan Abbas H. Mûsa û hind berpirsên din hebûn.
"Erdogan aciz bû"
Berteka Mam Celal a di derbarê serlêdana Ceferî de ku gotibû "Ew peymanên ku ji aliyê Ceferî ve bêne îmzekirin dê ji alî me ve neyên naskirin, Serokwezîrê Tirk Erdogan aciz kir. Enqerê di derbarî berteka Mam Celal de bersiva 'Tu peyman nehatine îmzekirin.' da.
Berteka Mam Celal li ser hemû hevdîtinên Ceferî bandorek neyênî kir. Her wuha piştî hevdîtina Ceferî û Erdogan daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn jî nehat kirin.
Ji alî din ve di birêkirina Îbrahîm Ceferî ya li Balefirgeha Stembolê de tenê beşdariya cîgirek wali bi sosret bû.
PUKmedia
http://www.rojname.com/
Fatih Akin dokumanterekê li ser jiyana Yilmaz Guneyî çêdike
Nivîskar: rizgarionline Di: 28.02.2006 Sehet: 15:22
Ji aliyê rizgarionline
Fatih Akin dibêje wî digel kurê Yilmaz Guneyî jî axaftiye û kurê Yilmaz Guneyî di dema zarokîtiya xwe de bi zora babê xwe gotinên Maoyî ji ber dikir, û heger wî gotinên Maoyî baş ji ber nekira babê wî guhê wî dikişand.
Yilmaz Guneyî zêdetirî sed fîlman çêkiriye û li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê wekî ”Qralê kirêt” têt nas kirin. Fatih Akin dibêje armanca wî ji vî fîlmê dokumanter ew e ko careka dî Yilmaz Guneyî li derveyî tixûbên Tirkiyeyê aktuel bike.
Nefel
http://www.rizgari.com
Donnerstag, März 02, 2006
Dr. Roya Tilûî ji Kurdistanê revî
Nivîskar: rizgarionline Di: 25.02.2006 Sehet: 02:07
Ji aliyê rizgarionline
Rojnama Agirî
http://www.rizgari.com/
Mittwoch, März 01, 2006
ÎHD'ê bo Dayîkên Aştiyê yên girtî nameya piştgiriyê şand
| ÎHD'ê bo Dayîkên Aştiyê yên girtî nameya piştgiriyê şand | |
| |
Keskîn destnîşan kir ku Dayîkên Aştiyê êşên giran dîtine, zarokên xwe ji dest dane, gundên wan hatine şewitandin û ji neçariyê axa xwe terikandine. Keskîn, anî ziman ku Dayîkên Aştiyê bê ku êşên xwe derxin pêş, destê xwe dirêjî dayîkên leşkeran kirine, lê ev dest her tim vala mane. Keskîn, wiha dom kir:
"Girtina Dayîkên Aştiyê, polîtîkayên bêçareseriyê yên di pirsgirêka kurd de, datîne holê. Em wekî parazvanên mafên mirovan, girtina Dayîkên Aştiyê protesto dikin û em dibêjin bila di demeke herî kin de bêne berdan."
Piştî daxuyaniyê ÎHD'yî çûn Postexaneya Galatasarayê û ji Dayîkên Aştiyê re nameyên piştgiriyê şandin.
http://www.azadiyawelat.com/