Donnerstag, Juli 27, 2006

Konseya Ewropa: Netewa herî mezinê bê dewlet Kurdin

Nivîskar: rizgarionline Di: 26.07.2006 Sehet: 01:56

Rizgarî Online/ Konseya Ewropa: Netewa herî mezinê bê dewlet Kurdin. Rapora ku li ser navê Konseya Ewropa yê di bin navê �Rewşa Çandî ya Kurdan� hatiye amedekirin, ji Tirkiyê tê xwestin ku di vê warê gav biavêjin: 1)Divê Tirkiye şertê Ewropa yê ya kêmnetewîtî û zimanên herêmî qebûl û îmzebike, 2)Bi cîhanîna gengazên hînkirina zimanê Kurdî, di zankoyan de hînkirina ziman û edebiyada Kurdî, 3) Di derheqê ziman hînbûyînê de agahdarkirina malbatên Kurd, 4)Damezrandina navendên ji bo danasîna kultura Kurdî, 5)Danasîn û piştgiriya komelên kulturî yên kurdî , 6)Di hejmartina nüfusa carek din de diyarkirina hejmara Kurdan. Ev di pêşnûmayê biryargirtinê de jî heye.

a) Li Tirkiyê 12 � 15 milyon

b) Li Iraq ê 5 Milyon

c) Li Iran ê 8 Milyon

d) Li Suriyê 1 � 2 milyon

e) Li Ewropaya rojava 1 Milyon 300

f) Li Azerbaycan ê 150 hezar

g) Li Afganîstanê 200 hezar

h) Li Lübnan ê 80 hezar

i) Li Ermenîstan ê 45 hezar

j) Li Gurcistanê 60 hezar

k) Li Tirkmenistan ê 40 hezar

l) Li Kanada yê 6 hezar

m) Li Amerîka yê 20 hezar

Di raporê de li ser tekoşîna tirkiyê ya li hemberê PKK ê jî tê diyarkirin, ku ev ji helwestên wan ên çewt pêktên. Tê gotin ku, �Meqamên tirk bi helwestên xwe yên çewt cudaxwaziya Kurdan xweyîkirin, ev jî di warê abori de ziyanek gelek mezin da kurdan, tirkan û hemî welatê.�

Tê qalkirin ku ji 2004 an vir ve li tirkiyê gelek gûherîn hatine pêkanîn. Lê ev gûherînên ku hatine pêkanîn, gelek kêmin û têra çareserkirina pirsgirikê nake. Li gor vê tê daxwazkirin, da ku tirkên ku ne li hemberê Kurda nin, pêwiste piştgiriya Kurd, û Kultura Kurdan bikin. Ji ber vê jî bang dike, da ku zorî li ser hukumetê bikin.

Di raporê cîhê ku herî balkêş e, eve: ku di pêşgotinê de yekem car e, li ser etnisîte, ziman, edebiyat a Kurdan li ser bingeha daxûyaniyên akademîsyenên Amerîkî û Ewropî disekinin û agahdariyê berfireh didin.

Wekî ku tê zanîn, Ewropayê di sala 2004 de biryara xwe yê li ser tirkiyê di derheqê kontrolkirina polîtîk de ji holê rakiribû, daxwazkiribû, ku Tirkiye peymana Ewropayê ya kêmnetewîtî, ziman û Kulturî de Kurdan nasbike.

Ev rapora ku tê amadekirin dê di meha cotmehê de, li Strasborg ê di civînên meclîsa parlementerên Ewropî de ji bo biryargirtinê were dengdayîn.

Rizgari Online/Azad

Keine Kommentare: