| Ji bo cenazeyê HPG'yiyan 10 hezar kes berhev bû | |
| |
![]() Ji bo definkirina cenazeyên şervanên HPG'ê yên bi navên Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) û Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) ku di encama operasyona TSK'ê ya li çoltera gundên Kerborana Mêrdînê de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn, li Êlihê 10 hezar kes berhev bûn. Cenazeyên şervanên HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin" hatin definkirin. Cenazeyên şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên bi navê Îdrîs Îmîr (Ciwan Cizîre) û Îdrîs Yakut (Serhildan Şemse) ku di encama pevçûna di dema operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li çoltera gundên navçeya Kerborana Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi beşdariya hezaran kesan anîn Êlihê. Cenazeyên di daketina bajar de bi 10 hezar kesan hatin pêşwazîkirin, piştî li Mizgefta Selimiyeyê ya li Taxa Baglara Êlihê wecîbeyên olî hatin bi cihanîn bi sloganên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo bijî Kurdistan", "Tolhilda tohhildan", "Gelê kurd here eniyê ji bo tolhildanê" heta Goristana Îkizlerê ya li Taxa Çayê ku 4 kîlometreyan dûrî mizgeftê bû, li ser milan birin. 'Bi guleyan bersivê didin kurdan'
"Bersiva gelê kurd a aşitiyê bi vî awayî tê bersivandin. Bersiv bi guleyan tê dayîn. Lê kurd naxwazin bikuşin û bimirin. Divê ev daxwaza kurdan bê dîtin. Ez li vir rewşên bîrên kurd û tirk jî rexne dikin. Tenê nêrînên xwe dinivîsin ji ber ku hêzek in. Demekê dixwestin tiştekê bikin lê niha li ku ne. Bila hêza xwe nîşan bidin û ji bo çareseriyê bikevin nav tevgerê." 'Rêzê nîşanî cenazeyên me jî nadin'
|
http://www.azadiyawelat

Di merasîma posterên Serokê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin de, Îmîr û Yakut li gorên ji bo wan li cem hev hatibûn vekirin, hatin definkirin. Piştî rêzgirtina ji bo 'têkoşerên azadiyê' Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Ayhan Karabulut axaftinek kir û wiha axivî:
Malbata şervanê HPG'ê yê bi navê Îdrîs Yakut jî anî ziman ku dilê wan şewitiye û ew naxwazî êdî kes jiyana xwe ji dest bide. Dayîka Îdrîs Yakut Nesîme Yakud ragihand ku ew her tim aşitiyê dixwazin û naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide lê ev yek nayê dîtin. Nesîme Yakut balkişand ser perçekirina cenazeyî û derbirî ku henebe bila rêzê nîşanî cenaze bidin. Yakut got ku 'ew şehîdê me ye' çima cenazeyê wan perçe dikin û ev ye wekî bêrêziyek hovane bi nav kir.
Piştî mudaxaleya polîsan a li dijî girseya ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ergîn Ekîncî (Zagros) dibir goristana Deriyê Çiyê, di navbera polîs û komên ku belav bûn de, li cihên cuda pevçûn derket. Cenazeyê Ekîncî jî ber bi Goristana Yenîkoyê ve dibin.
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ligel tehdît û pêkutiyên ku di rojên dawî de li ser endam û rêveberên wê zêde bûne, biryarên girîng stand. DTP dê di serî li Edene, Stenbol û Wanê ku herî zede erîş li wan bajaran pêk tên, bi beşdarbûna hevserokan bi awayekî girseyî avahiyên partiyên veke. DTP, ji bo pêşîlêgirtina bendava ku li Heskîfê tê çêkirin ku nirxên dîrokî di bin avê de dihêle, dê li heskîfê nobetê bigire.

Koma qelebalix a ku diruşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Vîyan can rûmeta me ye", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Vaye tên Apocî tên", "PKK gel e gel li vir e", "Kurdên Îranê ne tenê ne", "Ocalan vîna me ya siyasî ye" berz kir, piştî çalakiyê bê bûyer belav bû.
Hat ragihandin ku beşek demançeyên Glock ên ku li gor peymana di navbera Avûstûrya û Îraqê de hatiye kirin û Avûstûryayê ji polîsên Îraqê re şandibûn, beşek ji wan demançeyan li Tirkiyeyê hatine dîtin. Di derbarê vê mijarê de serokê giştî yê berê yê Partiya Hawirdor a Avûstûryayê û berdevkê parastinê ya vê partiyê di parlamentoyê de Peter Pilz diyar kir ku ew demançeya ku li Trabzonê keşeyê îtalî Andrea Santora pê hat kuştin yek ji van demançeyan e.
Di derbarê vê mijarê de serokê giştî yê berê yê Partiya Hawirdor a Avûstûryayê û berdevkê parastinê ya vê partiyê di parlamentoyê de Peter Pilz diyar kir ku ew demançeya ku li Trabzonê keşeyê îtalî Andrea Santora pê hat kuştin yek ji van demançeyan e.


Nerazîbûnên li dijî gera tangan a rojên borî li navçeya Cizîra Şirnexê hê jî didomin, niha jî gelek tanq ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê derketin û li ser Kolana Mêrdînê xwe nîşan dan.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Makû, Bazergan, Şot, Yolegeldî hêzên dewleta Îranê bi çekan êrîşî çalakiyên protestoyî yên li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan kir. Di encama êrîşan de 8 kurdan jiyana xwe ji dest da, 30 kes birîndar bûn û ji 700 kesî zêdetir kurd jî binçav kirin. Bi sedema salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan, hefteyek e, bê rawestan li Rojhilatê Kurdistanê çalakî dihatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, duh êvarê jî li bajarê Makû û Mehabadê çalakî hebûn. Hate ragihandin, hêzên çekdar ên Îranê li dijî komên xelkên di nava çalakiyan de çek bi kar anî... Alozî didome...
DIYARBEKIR, 29/1 2006 — Serokwezîrê tirkan Tayyip Erdoganî pêr li Davosê bersiva rojnamevanan da û li ser pirseka di derbareyî êşa mirşêkan de got ne tenê sûcê teyrên mihacir lê sûcê fabrîkeyên mirîşkan çêdikin jî di belavbûna nexweşiyê de hebû. Erdoganî got mirîşkên ko gerek kiriban alifê heywanan bi erzanî firotin xelkê. Cihên Erdogan behsê dike bakurê Kurdistanê û cihên kurd lê dijî ne. Tirkan li Mêrsînê mirîşkên nexweş bi belaşî dan kurdan. Bi wasiteya ticaran jî rêkirin bajarên Kurdistanê.