a) Li Tirkiyê 12 � 15 milyon
b) Li Iraq ê 5 Milyon
c) Li Iran ê 8 Milyon
d) Li Suriyê 1 � 2 milyon
e) Li Ewropaya rojava 1 Milyon 300
f) Li Azerbaycan ê 150 hezar
g) Li Afganîstanê 200 hezar
h) Li Lübnan ê 80 hezar
i) Li Ermenîstan ê 45 hezar
j) Li Gurcistanê 60 hezar
k) Li Tirkmenistan ê 40 hezar
l) Li Kanada yê 6 hezar
m) Li Amerîka yê 20 hezar
Di raporê de li ser tekoşîna tirkiyê ya li hemberê PKK ê jî tê diyarkirin, ku ev ji helwestên wan ên çewt pêktên. Tê gotin ku, �Meqamên tirk bi helwestên xwe yên çewt cudaxwaziya Kurdan xweyîkirin, ev jî di warê abori de ziyanek gelek mezin da kurdan, tirkan û hemî welatê.�
Tê qalkirin ku ji 2004 an vir ve li tirkiyê gelek gûherîn hatine pêkanîn. Lê ev gûherînên ku hatine pêkanîn, gelek kêmin û têra çareserkirina pirsgirikê nake. Li gor vê tê daxwazkirin, da ku tirkên ku ne li hemberê Kurda nin, pêwiste piştgiriya Kurd, û Kultura Kurdan bikin. Ji ber vê jî bang dike, da ku zorî li ser hukumetê bikin.
Di raporê cîhê ku herî balkêş e, eve: ku di pêşgotinê de yekem car e, li ser etnisîte, ziman, edebiyat a Kurdan li ser bingeha daxûyaniyên akademîsyenên Amerîkî û Ewropî disekinin û agahdariyê berfireh didin.
Wekî ku tê zanîn, Ewropayê di sala 2004 de biryara xwe yê li ser tirkiyê di derheqê kontrolkirina polîtîk de ji holê rakiribû, daxwazkiribû, ku Tirkiye peymana Ewropayê ya kêmnetewîtî, ziman û Kulturî de Kurdan nasbike.
Ev rapora ku tê amadekirin dê di meha cotmehê de, li Strasborg ê di civînên meclîsa parlementerên Ewropî de ji bo biryargirtinê were dengdayîn.
Rizgari Online/Azad
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen